Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî

  • cîhan
  • 12:17 26 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Solîstê Koma Muzîkê ya Pînk Floydê, Roger Waters piştgirî da çalakiyên ji bo jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û wiha got: “Mafê mirovan heye ku dengê xwe derxînin û azad bijîn. Jîna, me tu ji bîr nekirî û dê ji bîr nekin.” 
 
Solîstê Koma Muzîkê ya Pînk Floyd Roger Waters ku li seranserî cîhanê bi nav û deng in, têkildarî çalakiyên protestoyî yên ji bo jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî vîdeoyeke piştevaniyê parve kir. Di vîdeoyê de Waters, dîmeneke ji çalakiyên Îranê parve kir û wiha got: “Di danê sibehê de ji bo ku hîn bibim bê ka li Îranê çi diqewime, min li înternetê dinihêrt. Li rastî kurtefîlmekî hatim ku komeke mirovan tê de bûn. Di vir de mirov posteran dişewitînin. Jin û ciwan di çalakiyên xwe de pora xwe jê dikin.” 
 
Bi domdarî Waters anî ziman ku li Îranê protestoyên mezin tên lidarxistin û ev peyam parve kir: “Di konsera San Francisco’yê de jineke ciwan wêneyê Amînî rakir. Hemû kes dizane bê ka ev jina ciwan kî ye. Ev jin Jîna Mahsa Amînî ye ku 10 roj berê ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve bi lêdanê hat kuştin. Amînî bû sembolek. Ji ber kuştina wê, li Îranê çalakî tên lidarxistin. Ez jî piştgiriyê didim van çalakiyan. Divê hemû kes piştgiriyê bide”
 
‘EM Ê TE JI BÎR NEKIN AMÎNÎ’
 
Di berdewamê de Waters got; “Li Îranê pergaleke polîtîk a ecêb” heye û wiha bi dawî kir: “Ez hemû kesî wekî hev nahesibînim û nabêjim hemû kesên li wir wekî hev in. Lê belê rêbereke olê li ser navê her kesî biryarê dide û ev pergala zîhniyetê êdî modêya wê derbas bûye û aydê serdema arkaîk e. Duh bi şev komeke ji pênc şeşan a Îranî li pêş bû. Diqîriyan û digotin piştgiriyê didin çalakiyan. Divê Îran van mirovan guhdar bike. Ez bi dîtina vî posterî di konserê de gelek keyfxweş bûm. Ez piştgiriyê didim kesên ev poster vekirin û yên li Tehranê tev li çalakiyan dibin. Neçarin ku dengê van mirovan bibihîzin. Tu nikarî ji kesekî re bibêjî bê ka dê cil û bergên çawa li xwe bike. Em ne di sedsala 11-12’êmîn de lê di sedsala 21’emîn de ne. Mafê mirovan heye ku dengê xwe derxînin û azad bijîn. Me tu ji bîr nekirî Mahsa û dê ji bîr nekin jî. Me çawa ku Nîda Aga-Sultan ji bîr nekiribe, dê te jî ji bîr nekin. Di vê sersibeha tarî de ez dikarim van bibêjim.”