Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir

  • cîhan
  • 16:25 18 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Nûnerê Iraqê yê NY’yê Mihemed Husên Bahrlum  giliyê Tirkiyeyê li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir û xwest demildest hemû hêzên Tirkiyeyê ji nav axa Iraqê derbikevin.
 
Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê duh civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa Iraqê pêk hat.
Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum axivî û xwest artêşa Tirk ji axa Iraqê derkeve û got: “Gefên PKK’ê êdî ji bo hêzên Tirkiyeyê ne bahane ne ku li nava axa Iraqê bimînin.”
 
Di civînê de Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum  li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya xaka Iraqê giliyê fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum diyar kir ku Iraq alîgire ku DAIŞ’iyên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ne bibin welatên wan û bên darizandin.