Gefên Îranê yên li ser Kurdan

  • cîhan
  • 13:52 19 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandarê Îranê Mûhammed Bakirî, gef li partiyên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê dimînin, xwar û got, ew ê êrişên xwe dewam bikin. 
 
Serfermandarê Îranê Mûhammed Bakirî, bi peyama ku wê êrişên wan ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dewam bike, gef li partiyên Kurd xwar. Bakirî, hikûmeta navendî ya Iraqê bi hebûna partiyên Kurd tawanbar kir û got: “Hebûna Emeriqayê jî, ji ber vê sedemê ye.”
 
Bakirî ev rewş wekî hinceta operasyonan nîşan da û gefa wê êrişên wan dewam bikin, xwar.