Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li peytaxta Yewnanîstanê ya Atînayê komkujiya Konyayê, komkujiya li Şengalê û êrîşên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe bi meşek girseyî hatin şermezarkirin. 
 
Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê komkujiya nîjadperest a li Konyayê, Qirkirina Êzidiyan û êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin. Meşa ji hêla Navenda Çanda Kurdistanê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê, çepgirên yewnanî, enternasyonalîst, TÎKKO û MLKP'ê û bi tevlîbûna sedan Kurdîstanî dest pê kir. Girse bi pankartên "Bimre xiyanet" , "Azadiya jinên Şengalê Azadiya mirovahiyê ye" û alayên PKK, KCK, HPG, YJA Star, YPG, YPJ, YBŞ û posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji Akademiyayê ve ber bi Qada Syntagmayê dest bi meşê kir. Meşa li ser rêgeha Leoforos Vassilissis Sofias heta ber Sefareta Tirkiyeyê dewam kir. Gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Left left lefterya", "Bimre xiyanet", "Faşîst-dîktator Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Faşîst Tirkiye" gihaşt ber Sefareta Tirkiyeyê. 
 
Berî daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ber Sefareta Tirkiyeyê siyasetmedar Huseyîn Aras axaftinek kir. 
 
Aras, di 7’emîn salvegera Komkujiya Şengalê dekesên di komkujiyê de jiyana xwe dest dan bibîr xist û got: "Ên gel parastin HPG'î bûn. Hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minnet bibîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke seranser parastin. Em deyndarên wana ne. Di dîroka gelê Kurdistanê de yê her tim jiyan bikin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hember êrîşên DAÎŞ’ê, PDK û artêşa Iraqê gelê Şengalê neparastin û ji ber vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wan bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan ya dijî gelê Şengalê hê jî berdevame, pêwîst e bête guhertin. Dijî Fermana 74’emîn, gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe bi rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şengalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadiyê û ya serketinê ye. Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdevam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şingalê bi fermî neyê pejirandin, yê xeterî her tim hebe."
 
KOMKUJIYA NÎJADPEREST A LI KONYAYÊ
 
Aras bal kişand ser komkujiya Konayayê jî û wiha got: "Ev êrîşa ku li ser malbata kurd hatiye ne tiştekî ji rêzê ye. Ev êrîş plankirî ye û destê dewleta tirk tê de heye. Em wê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û lanet dikin. Divê gelê me li her deverê parastina xwe bike. Divê em xwe bikin yek hêz. Bi vî rêbazî em dikarin dewleta faşîst a tirk têkbibin." 
 
Piştî Aras çepgira Yewnanî Eftelya Larisaidis jî axaftinek kir û ani ziman ku êrîşên li ser gelê kurd bi hovane dewam dikin û wiha got: "Em li hemberî faşîzma tirkan in. Em her tim li cem gelê kurd in. Berxwedana wan pîroz e. Ew komkujiya li Tirkiyeyê pêk hat faşîzm e. Ez wê komkujiya lanet dikim." 
 
 
Piştî axafitinan girse bi berzkirina dirûşmeyên "Faşîst Tirkiye" û "Dîktator Erdogan" û bi tililîyan belav bû.