'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
- çand û huner
- 11:02 11/10/2024
Romana Mehmet Şîrîn Bulga ya bi navê "Girava Mirazan" ji Weşanên Arê derket. Roman behsa evîna Şivan û Tamar û Meryem û Eliyê Qolaxasî dike.
Romana Mehmet Şîrîn Bulga ya bi navê "Girava Mirazan" ji Weşanên Arê derket. Roman behsa evîna Şivan û Tamar û Meryem û Eliyê Qolaxasî dike.
Komeleya Hunerê ya Aryenê bi pêşengtiya komeleya Jinan a Starê û ŞanoWanê û di çarçoveya “Projeya CultureJinê” de 3 rojan atolyeya hunerê hat lidarxistin.
Endamê Înîsiyatîfa Ji Bo Azadiyê Huner ku demek berê hat avakirin Taylan Kesanbîlîcî got: "Tecrîd ancax di serdemeke wiha de bi helwestên wêrek dikare ji holê bê rakirin û şikandin." Endama înîsiyatîfê Gul Buyukbeşeyê jî got: "Ew ê vê rêya li dijî sansurê bidomînin."
Herêma Zinnarê demekê bi rezvaniyê dihat naskirin û li vê herêmê niha etnê 3 malbat vî karî dikin. Şêniyên gund ji bo debara xwe û domandina vê çandê piştevaniyê dixwazin.
Derhêner Kazim Oz diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka kurd bandorê li sînemaya kurdî jî dike û got: "Sînemaya kurdî li ser platformên navneteweyî rastî sansura dersînor tê."
Di vekirina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê de îşaret bi girîngiya pêşxistina zimanê kurdî û çanda kurdî hat kirin.
Komeleya Wejekarên Kurd diyar kir ku ew ê ji bo azadiya ziman a gelan, tev li mitînga 13’ê cotmehê tê lidarxistin bibin.
Ji bo Azadiyê Înîsiyatîfa Hunerê hunermendan li hev civand û li ser sansur û otosansurê axivîn. Di civînê de hat destnîşankirin ku li Enqereyê mudaxile li filman tê kirin û sansur tê sepandin.
Şaredarıya Şemrexê bernameya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan eşkere kir.
Welatiyên ku her sal di demsala payîzê de di ziyareta Tamtamûkê ya li bajarokê Gundeke Melê ya Şirnexê de tên cem hev kevneşopiya bi hezaran salan berdewam dikin.
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz diyar kir ku di orta meha îlonê de dest bi qeydên qursên zimanê kurdî kirine, wê roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê be û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbike.
Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 7 mehên dawî de astengî û qedexeyên li ser zimanê kurd derketiye asta herî jor. Gelek xebat, çalakî, govend, konser, rojname, lîstikên şanoyê û axaftina bi kurdî hatin astengkirin. Tevî hemû zext û polîtîkayên pişaftinê jî têkoşîna ji bo ziman didome.
Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Şirnexê bi armanca zindîkirina ziman û çanda kurdî li baxçeyê avahiya Şaredariya Cizîrê şevbêrka dengbêjiyê li dar xist.
Nivîskar Hurşît Baran Mendeş piştî xebateke sê salan serpêhatiya jiyan û hunerê ya “Mîrê Ribabê” anku hunermend Miradê Kinê kir pirtûk.
KASED’ê ji bo zarokan bernameya ‘Lîstikên kolanê yên gelerî’ li dar xist.