Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin

img

AMED - Wêjegeh Amed vê carê "Kargeha Çîrokê" li dar dixe. Kargeh 5 hefteyan dê bidome. Yên bixwazin dikarin serlêdana xwe bikin.

 
Wêjegeh Amed ku li Amedê çalakiyên wêjeyî li dar dixe vê carê li ser çîrokê kargehek (atolyeyek) li dar dixe. Kargeha Wêjegeh Amedê bi sernavê "Li Derve" wê li dar bikeve. Nivîskar Sîdar Jîr dê kargehê bi rê ve bibe û dersê bide. Kargeha Çîrokê pênc hefteyan dê bidome û yên bixwazin heta 22'yê vê mehê dikarin serlêdana xwe bikin.
 
Li gor bernameyê vê mehê 23 û 30'ê mehê û meha pêşiya me 6, 15 û 27'ê sibatê dê kargeh li dar bikeve. Saeta li dar ketina kargehê di navbera 14.00-16.00'an de ye.
 
Wêjegeh Amedê dibêje "Di kargehê de armanc ew e ku beşdar çîrokeke tematîk binivîsin" û banga serlêdana ji bo kargehê dike.