Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê

img
STENBOL - Pêkanînên bêhiqûqî yên yekemîn car li Girtîgeha Îmraliyê hatin dîtin, îro belavî girtîgehên din û welat bûye. Ji parêzerên OHD’ê Nagehan Avçîl, diyar kir ku pergala înfazê ya li Tirkiyeyê weke “pergala înfazê ya Îmraliyê” û “pergala înfazê yên din”dibe du beş û got: “Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ev her du beşin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de, bi komployek navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. 
 
Bi salane hevdîtinên Ocalan ên parêzer û malbatê tên astengkirin, destûr nayê dayîn ku fikir û ramanên wî bi raya giştî re bên parvekirin. Ji roja ku Ocalane birin Îmraliyê û heya îro, rejîmek înfazê ya taybet li dijî wî tê bikaranîn. 
 
Rewşa bêhiqûqiyê ya li Îmraliyê di dewrê de ye, bi polîtîkayên têkildarî pirsgirêka Kurd tê birêvebirin û bi demê re li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bû. Ev pêkanîn herî zêde, di dema Rewşa Awarte (OHAL) de derket holê. Îro girtî nikarin mafên xwe yên spor, sohbet û hevdîtina vekirî bi kar bînin. Dîsa girtiyên ku cezayên wan diqedin, bi qanûna înfazê nayin berdan. Ev girtî heya ku li gorî standartên vê qanûnê tevnegerin serbest nayên berdan.
 
BI HAZARAN GIRTÎ  
 
Ev bêhiqûqiya ku çavkaniya xwe ji Îmraliyê digire, îro li tevahiya welat belav bûye û dixwazin vê bêhiqûqiyê weke kirasekê li welat bidin wergirtin. Ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û aştî pêk were, bi hezaran girtî bûn du caran dikevin gireva birçîbûnê. Girtiyan cara sêyemîn di 27’ê Mijdara 2020’an de bedena xwe ji birçîbûne re razadin û 289 rojin çalakiya xwe dewam dikin.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Nagehan Avçîl, derbarê polîtîkayên tecrîda li ser Ocalan ku bi demê re li tevahiya girtîgehan belav bû de, axivî. 
 
QAŞO TECRÎD!
 
Avçîl, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan 23 salin bê navber dewam dike û wiha got: “Di demên dawî de, di gelek îdîanamayên hatin amadekirin de em rastî têgînên weke ‘qaşo tecrîdê’ hatin. Ne pêkane ku hiqûqnasek hebûna tecrîdê înkar bike. Înkarkirin jî, tê wateya meşrûkirina tecrîdê.”
 
QANÛN NAYÊ BI CIH ANÎN
  
Avçîl, anî ziman ku dema qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê bên nirxandin, bi awayekê pir aşkere tê xuyakirin ku tecrîdek giran li Girtîgeha Îmraliyê heye û wiha bilêv kir: “Tevî ku qanûna înfazê ya bi awayekî zelal mafê dîtina malbat, wasî û parêzeran ên bi mehkûman re heye jî, ev qanûn li girtîgeha Îmraliyê nayê bi cih anîn.”  
 
PERGALA HIQÛQA DU ALÎ
 
Avçîl, bi bîr xist ku bi salane parêzer bi hinceta “cezayê dîsîplînê” nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin û wiha pê de çû: “Tu cezayên dîsîplînê, mafê hevdîtina parêzeran asteng nake. Pergala înfazê ya li Tirkiyeyê weke ‘pergala înfazê ya Îmraliyê’ û ‘pergala înfazê yên din’ dibe du beş. Ne qanûnên li Tirkiyeyê û ne jî peymanên navneteweyî li Girtîgeha Îmraliyê, nayin bi cih anîn. Îro tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, di heman demê de belavî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê bûye. Qedeya hevdîtina malbat û parêzeran a li Îmraliyê dest pê kir, ji bo girtîgehên siyasî yên girtîgehên din dewam dike. Hemû bernameyên civakî yên girtiyan tên astengkirin. Bi taybetî, bi pandemyê re, tecrîda li ser girtiyên siyasî kûrtir bû. Îro gelek mafên girtiyan tên astengkirin. Di demên dawî de, mîna li Îmraliyê cezayên dîsîplînê yên keyfî li girtiyan dibirin. Êdî rewş wisan bûye, axaftina bi Kurdî jî tê astengkirin.”
 
TIŞTÊN LI GIRTÎGEHAN TÊN JIYÎN
 
Avçîl, anî ziman ku ji bo pêkanîna qanûnên li Tirkiyê, cezayên dîsîplînê didin girtiyên di greva birçîbûnê de ne û wiha rêz kir: “Ji ber pêvajoya pandemiyê, jiyana girtyên di greva birçîbûnê de ne, dibin rîskek mezin de ye. Rayedarên girtîgehan alavên paqijiyê nadin girtiyan. Dîsa xurekên baş û quwetê bide çêkirin nadin girtiyan. Girtiyên ketine greva birçîbûnê cezayên dîsîplînê li wan hatin birîn. Ji ber vê cezayî kirin hucreyan.” 
 
Parêzer Avçîl, dest nîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê, li Tirkiyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev astengî bê rakirin, divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Heya ku tecrîd ranebe, wê aştî pêk neyê.” 
 
MA / Ferhat Çelîk