Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
- aborî-ked
- 10:47 24/3/2022
Xelkê Rihayê ji bo ku birinc, lobî û nîskên erzan ku TMO’yê difirot bikire, bi saetan di rêzê de ma. Yek ji welatiyên di rêzê de disekiniya Omer Çoban wiha bertek nîşan da: “Ma ev insanetî ye? Ew li qesran dijîn. Halê me jî ev e. Ji bo ku beriya Remezanê çend tiştên erzan bikirim, ev zêdetirî 4 saetin li gel zarokên xwe di rêzê de disekinim.”