‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
- aborî-ked
- 09:18 13/4/2020
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hemû polîtîkayên îqtîdarê xetimîne û got: “Îqtîdara AKP’ê hem di serdema krîza aborî de hem jî di vê serdema şewbê de nikar welat birêve bibe.”