Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe

img

AGIRÎ - Peymana kar a 3 karkerên Şaredariya Agiriyê ku hat diyarkirin ji bo sendîkayê biguherînin şaredar gef li wan xwariye, hat fesixkirin. 

Hat diyarkirin ku ji bo sendîkayê biguherînin gef li karkerên Şaredariya Agiriyê yê endamê Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê, tê xwarin. Peymana kar a nûnerê Genel-Îşê yê şaredariyê Îslamî Yildirim, Şefîk Edîs û Nîmet Kocabey bi awayekî yekalî hat fesixkirin. Hat diyarkirin ku Şaredarê AKP'î Savci Sayan gef li wan xwariye û peymana wan bi awayekî yyekalî fesix kiriye. Her 3 karkerên ku bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin derxistin, ji bo vegerin ser karê xwe serî li dadgehê dan û doz vekirin. 
 
GEFÊN LI KARKERAN XWARIN
 
Serokê Genel-Îş'ê yê Şaxa Agiriyê Ersîn Erîncîk, bibîr xist ku li Agiriyê piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an 100 endamên wan ji hêla qeyûmana ve hatine îxrackirin û piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an jî bi ŞAredariya Agiriyê re hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) dest pê kirine. Erîncîk, diyar kir ku Savci Sayan li ber çapemenî û li bara karekran şert qebûl kirine, lê belê paşê îmze daneniya bin peymanê û got: "Savci Sayanê AKP'î gotibû 'Bila Îmamoglû min mînak bigire. Min bi sendîkayeke ku bereksê Şaredariya Agiriyê yye, TÎS îmze kir û hem jî min ji sedî 30 zme kir.' Lê li holê tu tşt tune ye. Me jî xwest ŞAredariya Agiriyê li ser soza xwe bisekine. Lê ew bi hemû pergala AKp'ê li hemberî DÎSK'ê tevgeriyan. Rabûn li karkeran ferz kirin ku sendîkaya xwe biguherînin. Tew telefonên wan jî ji wan hatin stendin û li odeya nivîsgehê gef li wan hatin xwarin. Ên li ber van gefan rabûn jî sirgûn kirin. Gazî kedkareke jin a şaredariyê kirine û gef lê xwarin ji bo dev ji DÎSK'ê berde. Wê jî ji ber ku ev yek qebûl nekir, sirgûnî midûriyeta goristanan hat kirin ku di dîroka Agiriyê de cara ewil e jinek sirgûnî midûriyeta goristanê tê kirin." 
 
'BAJAR BI ÇO TÊ BIRÊVEBIRIN'
 
Erîncîk, bilêv kir ku Savci Sayan sendîkaya wan hedef girtiye û got: "Savci Sayan, di kongreya AKP'ê de gotibû, 'Sendîkayeke bi navê DÎSK'ê Şaredariya AKP'ê dîl girtibû. Min gazî Hak-Îşê kir. Hak-Îş hat, şaxa xwe ava kir û karker bûn endamên wê. Min ev yek kir.' Ma meriv şaredar be, daxuyaniyek wiha dide? Ev kar bi gefxwarinê û mafyatiyê nayê kirin. Ev bajar, ji aliyê şaredarekî zulimkar ve tê birêvebirin. Savci Sayan vî bajarî bi ço bi rê ve dibe." 
 
Erîncîk, destnîşan kir ku Savci Sayan dixwaze hevalê wan bi birçîbûnê terbiye bike û got: "Demildest divê hevalên me vegerin se rkarê xwe û ev polîtîkayên çewisandinê bi dawî bibin." 
 
'XWESTIN DIJÎ DÎSKÊ DAXUYANIYÊ BIDIM'
 
Nûnerê Genel-Îşê yê şaredariyê Îslamî Yildirim ku 12 sal in di şaredariyê de dixebitî, anî ziman ku piştî ku Savci Sayanê AKP'î hatiye wî ji midûriyeta zabitayan derxistine kirine ajovan. Yildirim, destnîşan kir ku ji ber ku endamê DÎSK'ê ye, rêvebiriya şaredariê tim gef lê dixwarin û ji ber ku zêde dihat xebitan din îtiraz kiriye û piştî îtirazê vê carê berê wî dane stareya hewyanan. Yildirim, bilêv kir ku cîgirê şaredar Ahmet Tûşbey gazî wî kiriye û gef lê xwarine û got: "Ji ber ku endamê DÎSK'ê bûm, gef li min xwarin. Tûşbey ji min re got, 'Tu yê dev ji DÎSK'ê berdî û bibî endamê sendîkaya ku me ew ava kiriye. Ger tu qebûl nekî, tu yê bibînî.' Gava em ji bo hevdîtinê diçin cem wan dets datînin ser telefonên me, ser me kontrol dikin û li hundir gefan li me dixwin. Gava min sirgûn kirin, telefonî min kirin ku xwestin li dijî rêveberiya DÎSK'ê ya Agiriyê daxuyaniyekê bidim. Gotin heger hûn bikin em ê cardin we bînin ser karê we yê berê. Ez û du hevalên din me ev yek qebûl nekir. Paşê di 6'ê Cotmehê de mafê me yê kar hat fesixkirin." 
 
'EZ Ê TE JI KAR DERXIM'
 
Şefîk Edîs jî ku di Midûriyyeta Av û Qenalîzasyonêd e dixebitî, piştî ku rêveberiya şaredariyê guheriye hatiye sirgûnkirin û wî dane ser karê paqijiyê. Edîs, diyar kir ku par Şaredar Savci Sayan gazî wî kiriye û gef lê xwarine. Edîs got: "Gava ji bo hevdîtinê çûm, wekî ku çûbim qereqolê ser min kontrol kirin û dest danîn ser telefona min. Sayan go, 'Ez ê te ji kar derxim. Em xizmên hev in, çima tu li ser medyaya sanal derbarê min de tiştên wisa parve dikî. Heger tu ji DÎSK'ê îstifa nekş, ez ê te ji kar derxim.' Savci Sayan, ji bo xizmeta Agiriyê bike nehatiye. Kar û barê wî bela xwe di karkeran bide. Belesebeb ez ji kar derxistim." 
 
MA / Dîndar Karakaş