STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di bîranîna karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim de axivî û got, "Yek ji gavên herî girîng ên ji bo aştiyê, rûbirûbûn û darizandina kujeran e."
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên beriya 31 salan hatin qetilkirin, li Goristana Avcilar a Stenbolê hatin bîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û malbatên kesên hatin qetilkirin beşdarî bîranînê bûn.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: "Ligel ku evqas dem derbas bûye kujer nehatine darizandin. Ev sê kesên qeşeng li navenda Stenbolê ji aliyê kesên ku nasnameya wan polîs hene û çekdar in hatin revandin û qetilkirin. Tenê sûcekî wan hebû; Kurd bûn. Welatparêz, demokrat û dildarên ax û gelê xwe bûn. Kesên ku ew qetil kirin nasnameya xwe veneşartin, ji ber ku dewlet li pişt wan bû. Ew ji aliyê dewletê ve wek leheng hatin dîtin û beraet kirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha axivî: "Heta ku kujerên Savaşan, Adnanan, Haciyan, Apê Mûsayan, Mehmet Sîncaran û bi hezaran hevrêyên me neyên ronîkirin û darizandin, ev têkoşîn wê dewam bike. Heta ku ev kujer neyên eşkerekirin, aştiya civakî nayê Tirkiyeyê. Aştî nixumandina rabirdûyê nîne, aştî rûbirûbûna li rabirdûyê ye. Aştî bi darizandina wan kesan e ku berê tivingên xwe dan Kurdan û ferman dan dan (...) Em ê têkoşîna afirandina Tirkiyeyeke demokratîk bi ser bixînin û soza ku me dane van hevalên xwe bi cih bînin."
Bakirhan herî dawî got, "Diyar e yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî bi vê birînê baş zanin; yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye. Darizandina van kujeran e, mehkûmkirina van kujeran e. Eger bi rastî jî samîmiyetek heye, gava herî girîng rûbirûbûn û ronîkirina heqîqetê ye. Hemû hevalên beşdarî bîranînê bûne bi hurmet silav dikim. Em soz didin ku têkoşîna hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane bi ser bixînin, wan bi hurmet û minet bi bîr tînim."