NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî ji bo vegotina pêvajoya nû dê 1950 civînên gel û 'Şahiyên Demokrasiyê' û hevdîtinan pêk bîne.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de hatibû kirin û PKK'ê di 12'ê Gulanê de biryara fesîxkirin û bêçekbûnê dabû. Li ser biryara PKK'ê pêvajoyek nû destpê kir û li aliyê din çav li guhertinên hiqûqî û yasayî ne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomîne. Komîsyona Rêxistina Navendî ya Partiyê, ev demeke dirêj e ji bo ravekirina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" û civakîkirina aştiyê li qadan e. Di vê çarçoveyê de ji 9 heta 15 'ê Adarê li zêdeyî 140 navendan "Civînên Gel ên Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" hatin lidarxistin. Her wiha ji 10'ê Nîsanê û vir ve li hemû cihên ku partî lê rêxistinî ye serdanên malan û civînên taxan hatin kirin.
DÊ 1950 CIVÎN BÊN LIDARXISTIN
DEM Partiyê biryar da ku di tevahiya meha Hezîranê û havînê de li hemû tax, navçe û bajarokan bi gel re bicive. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku 1950 civîn bên lidarxistin.
Li Şirnex, Agirî û Îzmîrê şahiyên gel bên lidarxistin.
Li Amed, Wan û Mersînê wê Festîvalên Demokrasiyê bên lidarxistin. Her wiha dê li Amed, Milazgir a Mûşê û Mêrsînê bi tevlîbûna malbatên ku di pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane civînên berfireh bên lidarxistin. DEM Partî wê van hemû çalakiyan bi rêxistinên girseyî yên sivîl û demokratîk re organîze bike.