DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

  • rojane
  • 10:46 17 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive. 
 
Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê dê îro ji bo hilbijartina endamê/a Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bicive. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku dê tev li civîna komîsyonê nebe. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku dê helwesta xwe ya têkildarî mijarê de nava rojê de li Meclisê bi daxuyaniyekê eşkere bikin.