HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir

  • rojane
  • 13:53 23 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên HEDEP’î ji bo Meclis bi awayeke lezgîn Peymana Stenbolê îmze bike banga civiyanê li komîsyona Karên Derve ya Meclisê kir. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo Peymana Stenbolê ku hatibû betalkirin bi awayeke “lezgîn” dîsa bê îmzekirin û ji bo vê hevdîtinên pêwîst bên destpêkirin, bang li Komîsyona Karên Derve ya Meclisê kir ku civînê li dar bixe. 
 
Di daxwaznameya ji komîsyonê re hatiye şandin de parlamenteran destnîşankirin ku betalkirina peymana Stenbolê binpêkirina Destûra Bingehîn e û ji bo careke din were îmzekirina banga civînê kirin.