Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide

  • jin
  • 11:58 15 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HEDEP'ê starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide.
 
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê starta çalakiyên xwe li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide. Meclisa Jinan diyar dike ku ew ê di nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li bakurê Kurdistanê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li rojavayê Tirkiyeyê de jî cih bigire. 
 
Meclisa Jinan a HEDEP'ê wê di 20'ê mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisa Jinan a HEDEP'ê bi destpêkirinê re plan dike ku peyama xwe li kêleka jinên di Doza Kobanê de tên darizandin bide. Ji bo 25'ê Mijdarê Platforma Koma Meclisa Jinan a HEDEP'ê jî ji bo jinan dê bê veqetandin.
 
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari dê tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibe. Her wiha wê Hatimogûllari bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê hevdîtinê bike.