MELETÎ - 16 komeleyên herêmî bi deklarasyonekê avakirina Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê ragihandin.
Li navçeya Erxevanê ya Meletiyê, 16 komeleyan bi deklarasyonekê avakirina Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê ragihandin. Di deklarasyonê de hate gotin ku armanca ji avakirina platformê ew e ku di çarçoveya raboriyê de teşe bidin pêşeroja xwe û gotin: “Li ser vê bingehê, em hewl didin bi heqîqetê bizanin û bi heqîqetê ya nû ava bikin. Em dixwazin bi xwe re hevrû bibin, li gel dostên xwe çareseriyan pêş bixin û li dijî rastiya bişaftinê jî hafizeya xwe bikn yek û heqîqetê vebêjin. Em ê di vê oxirê de têbikoşin û di wê baweriyê de ne ku dê bi nirxên xwe yên çandî bikarin hebûna xwe biparêzin. Ji bo heqîqetê, ji bo çandê û ji bo pêkvejiyaneke wekhev a cudahiyan em dibin yek û yekitiya xwe ava dikin. Em, ji bo Erxevana pêşerojê dest bi meşa xwe dikin.”
Komeleyên di hewldanê de cih girtin ev in: “Komeleya Şotikê, Komeleya Narmikanê, Komeleya Atma ya Erxevanê, Komeleya Ballicayê, Komeleya Kuruttaşê, Komeleya Çîftlîkê, Komeleya Bîrlîkê, Komeleya Komurlukê, Komeleya Bellîklerê, Komeleya Çermîkê, Komeleya Goçeruşagiyê, Komeleya Alhasuşagiyê, Komeleya Gokagaçê, Komleya Kinikê, Komeleya Gungorenê û Komeleya Sigirciuşagiyê.”
