Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket

  • rojane
  • 09:00 3 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 307’an de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” derket. 

 
Rojnameya Xwebûne vê hefteyê di hejmara xwe ya 307’an de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, vê hefteyê hevpeyvîna bi zaravayê Kirmcanckî ku rojnameger Lêl Amed bi Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar re kiriye derxistiye manşeta xwe. Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek mijaran dinirxîne û bi taybetî li ser pêvajoya heyî dibêje pêwîste bi lezgînî komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. 
 
Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Lîlav Elî, Barîn Sorxîn Kobanê, Adar Jiyan,  Kamran Simo Hêdilî, Felemez Ûlûg, Zinar Ronî, Medenî Ferho, Kurdistan Lezgiyeva, Rola Mihemed, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Ehmedê Bira, Fatma Taşli Tûnç, Hesen Hemkê, Metîn Dag, Rohat Bulut û Siyabend Aslan bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih digirin.
 
Dîsa rojname bi nûçe û analîzên xwe, bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan heta yên, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî û civakî, gelek mijarên girîng dibîne. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.