Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne

img

STENBOL - Derket holê ku Firat Acar ê xwe wekî pisporê Rojhilata Navînê, hiqûqnas, akademîsyen, nivîskar, mexdûrê KHK'ê û şêwirmendê malbata Barzanî dide naskirin û bi vî awayî têkiliyeke hestiyarî bi jinan re datîne û wan dixapîne, xwedî nasname û dîplomayeke sexte ye. 

 
Belgeyên sexte yên Firat Acar ê xwe wekî pisporê Rojhilata Navînê, hiqûqnas, akademîsyen, nivîskar, mexdûrê KHK'ê û şêwirmendê malbata Barzanî dide naskirin û bi vî awayî têkiliyeke hestiyarî bi jinan re datîne û wan dixapîne, derketin holê. Piştî ku jinên bi navê E.K. û G.A. yên hatin xapandin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan. Piştî vê derket holê ku nasname û dîplomaya Acar sexte 
 
Agahiyên ku Firat Acar dane G.A.'yê ku gotiye welatiyê Swêdê ye û endamê Akademiya Zanistê ya Swêdê ye, kifş bûn ku di ser nasnameya nivîskar Firat Cewerî re çêkirine. Nasnameya sexte ya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ew bi dest xist, li pêşiya wê agahiyên aîdî Firat Acar û li paş wê jî agahiyên aîdî nivîskar Firat Cewerî yên pirtûkên wî ji Weşanên SRC'yê derketine hene. Me bi rêya telefonê xwe gihand Firat Cewerî. Cewerî got: "Ji bo peymanê wêneyê pêş û paş ên nasnameya min xwest û min jî şand. Romanên min li zimanên îtalî, portekîzî, îngilîzî, swêdî, farisî û gelek zimanên din hatin wergerandin. Kesî ji min fotoyê nasnameyê yan jî pasaportê nexwestin. Lê Firat Acar li ser navê SRC'yê stend û min jî wêneyê nasnameya xwe jê re şand. Paşê ji Tirkiyeyê hin kesan wêneyê nasnamyea min, lê bi wêneyê Acar bi rêya WhatsAppê şandin. Ez matmayî mam. Min têkiliya xwe bi temamî ji weşanxaneyê qut kir." 
 
Her wiha dîplomaya ku Acar ji jinan re gotiye wî li Swêdê doktora kiriye jî sexte derket. Dîplomaya bi dest me ket, aîdî  Zankoya Selahaddînê ya li Hewlêrê ye. 
 
Têkildarî mijarê me xwe gihand zankoyê. Rayedarên zankoyê ragihandin ku dîplomaya ku tê gotin di sala 2011'an de bi navê Firat Acar kesek wergirtiye, di nava qeydên wan de tune ye û dîplomaya navborî sexte ye. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû