Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin

img

ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji bo 10 projeyên enerjiyê yên nû pêvajoya ÇED’ê hate destpêkirin.  

Êrişên li dijî xwezaya navenda Şirnex û navçeyên wê bênavber didomin. Qirkirina daristanan a di bin navê “ewlehiyê” de, xebatên lêgerîna pertol û madenan û bi bendav û HES’an ve li her devera bajar texrîbatên mezin hatine kirin. 
 
Di pêvajoya pêş de jî dê projeyên nû yên enerjiyê bikevin meriyetê. Ji bo 10 projeyên nû yên enerjî û madenvaniyê, pêvajoya Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) hate destpêkirin. Beşeke mezin a projeyan, navçeyên Hezex, Silopiya, Cizîr û Basayê digire nav xwe. Agahdarnameya têkildarî pêvajoyên ÇED’ê yên projeyan, li ser malpera fermî ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hate weşandin. 
 
Projeyên hatine ragihandin ev in:
 
* Porjeya GES’ê ya Depokirinê ya Şirnexê (Şîrketa Anonîm a Enerjiyê ya Safe - Hezex) 
 
* 2 GES’ên cuda yên bi kapasîteya 30 MW (Şîrketa Hilberandina Enerjiyê ya Sponê - Hezex) 
 
* Projeya GES’ê (Şîrketa Anonîm a Enerjiyê ya Kuvvetê - Hezex) 
 
* Projeya GES’ê ya bi kapasîteya 6 MW’ê (Şîrketa Anonîm a Çîmentoyê ya Traçîmê - Cizîr) 
 
* Projeya HES’ê û avdanê ya Şenobayê, tesîsa şikandin-bijartin û betonê (Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê - Silopiya/Qileban) 
 
* Projeya Bendava Nersuşê (Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê - Silopiya-Cizîr) 
 
* 2 xebatên cuda yên lêgerîna petrolê (Midûriyeta Herêma Êlihê ya TPAO’yê - Şirnex-Basa) 
 
* Santrala Enerjiya Rojê ya Tepekoyê
 
* Sondaja lêgerîna petrolê ya Demîrbogaz-3’yê.” 
 
MA / Zeynep Durgut