Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin

  • jin
  • 09:11 9 Tîrmeh 2025
  • |
img

WAN - Navê "Bazara Îranê" ya li Wanê ku berhemên ji Îranê tên anîn lê tên firotin, li ser daxwaza jinan wekî "Bazara Jinan" hat guherandin. 

Li Wanê navê pasaja ku ji ber berhemên ji Îranê tên anîn lê tên firotin bûbû "Bazara Îranê", hat guherandin. Li ser daxwaza jinan, dikandaran navê pasajê kir "Bazara Jinan". Her wiha avahîsaziya hundirîn a bazarê ku piraniya berhemên wê yên jinan e, hat nûkirin. 
 
DIKANDAR KÊFXWEŞ IN
 
Nazar Teter ku li bazarê danûstendinê dike, got ku ew ji guherandina nav kêfxweş e. Nazar Teterê diyar kir ku her gava ku tê navenda bajêr ew li bazarê danûstendinê dike û got: "Ez pir kêfxweş im ku navê kirin Bazara Jinan lê hatiye kirin. Ji ber ku pirnaiya berhemên lê tên firotin ên jinan e, navê wê baş lê hatiye kirin." 
 
Dikandar Kerem Sutçu got ku bazar ji ber berhemên ji Îranê tên wekî "Bazara Îranê" tê zanîn. Sutçu got: "Dikandaran bi hewldanên xwe cih nûjen kirin û dekorek nû çêkirin. Li vir bi piranî kelûpelên jinan tên firotin. Dikandarên jin û mêr hene. Xerîdarên jin pirtir in. Ji ber vê yekê bû Bazara Jinan."
 
Dikandar Ozan Zîrek jî bi bîr xist ku bazar, di sala 1999'an de wekî Bazara Îranê dest bi xebatê kiriye û got: "Ev der bi pergala kooperatîfê tê birêvebirin. Em wekî desteya rêveber û dikandaran hatin cem hev û me xebata restorasyonê kir. Ji sedî 90'ê nifûsa jinan a li Wanê vê derê dizanin û ji demên berê ve li wir danûstendinê dikin. Dema ku me dît hejmara xerîdarên jin û dikandarên jin zêde bûye, me biryar da ku navê wê biguherînin."
 
WARÊ JINAN
 
Kader Acar, yek ji dikandarên jin, diyar kir ku ew ji guhertina navê bazarê kêfxweş in. Kader Acarê got: "Berê me berhem ji Îranê dianîn û li vir difirotin. Niha guheriye; em hemû berheman ji wir naynin. Li vir hema hema li her dikanê kelûpelên jinan hene. Wekî jinek, ez ji vê biryarê pir kêfxweş im. Ew berê bazarek bû ku jin her dem danûstendina xwe lê dikirin. Niha ji ber navê wê, xerîdarên me zêdetir çêdibin."
 
Dikandar Sînan Ozbîlge jî got: "Berhemên jinan li bazarê pir tên firotin û jin vê derê pir tercîh dikin. Ji ber vê yekê me navê wê kir Bazara Jinan. Li vir hevalên me yên firoşkar ên jin hene û hevgirtina me baş e. Ev der bûye navnîşanek ji bo jinan."