Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya

img

AMED - Çalakiya nobetê ya li Hesendînê li dijî xebatên madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya. 

Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ya Kulpê, li herêma Hesendînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê xebatên madenê didomîne. Tevî betalkirina rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) jî şîrket xebatên xwe berdewam dike. Şêniyên herêmê jî li dijî van xebatan bibertek e. 
 
Şêniyên herêmê, duh li dijî xebatên madenê kon vegirtin û dest bi çalakiya nobetê kirin. Welatiyan, di tevahiya şevê de nobeta xwe domandin û di çalakiyê de stran gotin. 
 
Hat zanîn ku çalakiya welatiyan dê heta dawiya hefteyê berdewam bike.