Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî

img
AMED - Serokê DSMMMO'yê Şiyar Bozhan diyar kir ku ew bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne û wiha got: "Kêr gihaştiye hestî."
 
Nêzî 130 hezar şêwirmendên darayî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava şert û mercên gelekî dijwar de dijîn. Serlêdanên nivîskî û devkî yên ku ji Wezareta Xezîne û Darayiyê re tên kirin jî, bê encam dimînin. Şêwirmend ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, doza jiiyaneke adil û mirovî dikin. 
 
Serokê Odeya Şêwirmendên Darayî ya Amedê (DSMMMO) Şiyar Bozhan, têkildarî mijarê axivî. 
 
Bozhan destnîşan kir ku erdhej û pandemî bûne sedema encamên neyînî û rê li ber pirsgirêkên aborî vekirine. Bozhan got: "Helbet gelek hêlên pirsgirêkên aborî û bêedaletiya dahatê yên li Tirkiyeyê hene. Lê dixwazin barê van pirsgirêkan bidin ser milê kedkar, malnişîn û xebatkaran." 
 
Bozhan anî ziman ku binpêkirinên ku şêwirmendên darayî bi wan re rû bi rû dimînin jî dibin sedema hin pirsgirêkên cuda û wiha domand: "Şêwirmendên darayî bi karê xwe, tiştên tên kirin  vedikolin, kontrol dikin û van tiştan radigihînin îdareyê. Tu îtirazeke me ji bo vê tune ye. Lê belê nayê qebûlkirin ku îdare li ser hev heman daneyan bixwaze. Mesela şêwirmendên darayî ne enflasyon e, lê belê îro ro hesabgirêya enflasyonê bûye barek. Ev bandoreke nebaş li ruhê hevpîşeyên me dike. Êdî hatine wê astê ku nikarin wext bi malbatên xwe re derbas bikin û daxilî qada civakî bibin."
 
Bozhan da zanîn ku şêwrmendên darayî di cejnê de jî xebitîne û ev tişt gotin: "Êdî betlaneya hevpîşeyên me jî nemaye. Krîza aborî, di ser vê burokrasiyê re li şêwirmendên darayî tê barkirin. Derûniya hin hevpîşeyên em xera bû. Hin kar hene ne pêkan e mirov di ber wan re bigihê. Ji ber vê şêwirmendên darayî gotin 'kêr gihaşt hestî' û daketin kuçeyan. Şêwirmendên darayî doz ajiyaneke adil û mirovî dikin."