Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe

  • rojane
  • 09:00 25 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Ji ber polîtîkayên di warê tenduristiyê de, koçberiya bijîşkan didome. Ev yek bi xwe re dibe sedema kûrbûna pirsgirêka randevûyê. Ji SES'ê Abûzer Arslan got: "Ger li welatekî edalet, hiqûq û aştî tune be, wê tebduristkar jî tune bin." 
 
Li nexweşxaneyên pirsgirêka randevûyê her diçe zêde dibe. Nexweş nikarin ji Pergala Bijîşkan a Navendî (MHRS) randevûyê bigirin. Hin nexweş ji bo randevûyê mehekê disekin. Randevûyên tên dayîn jî bi pirsnaî çend hefteyan didomin. Her wiha koçkirina bijîşkan a ji ber polîtîkayên tenduristiyê, pirsgirêka navborî kûrtir dike. Li gor daneyên yekîtiya Bijîşkên Tirk, di 10 mehên sala 2023'yan de 2 hezar û 541 bijîşkên bispor koçî derveyî welêt kirine. 
 
Endamê Lijneya Kontrolkirinê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Abûzer Arslan, têkildarî pirsgirêka randevûyê ya di qada tenduristiyê de axivî. 
 
ÇIMA TENDURISTKAR KOÇ DIKIN?
 
Arslan destnîşan kir ku piştî AKP bûye desthilat pirsgirêkên di qada tenduristiyê de jî zêde bûne û meseleya randevûyê jî her diçe zêdetir dibe. Arslan bilêv kir ku bijîşkên pispor zû bi zû nagihên û yên di vî warî de bûne pispor jî nikarin beramberiya keda xwe bistînin. Arslan diyar kir ku ev yek jî kiriye ku bijîşk biçin derveyî welêt. 
 
Arslan got: "Tirkiye di warê xizmeta tenduristiyê de li dû Kamboçyayê ye. Mesele tenê ne ev e. Tenduristkar rastî tundiya derûnî û fizîkî rêveber û nexweşan tên. Ger li welatekî edalet, hiqûq û aştî tune be, wê tebduristkar jî tune bin." 
 
Arslan bilêv kir ku krîza randevûyê wê di pêş de bibe sedema encamên giran û got: "Di rojên pêş de wê kes randevûyê peyda neke. Bijîşk bi xwe jî randevûyê peyda nakin. Mixabin serê her bijîşkekî/ê bi hezaran nexweş dikevin. Bi taybetî jî li bajarên mezin wergirtina randevûyê pir zehmet e. Di sala 2010'an de pergala MHRS'ê ava kirin û bi vê pesnê xwe dan. Lê mixabin niha pergal hilweşiyaye. Ger pêşî li ber vê neyê girtin, wê nexweş rastî pirsgirêkên gelekî mezin bên. Nexweş wê berî ku bên dermankirin li ber deriyên nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest bidin. Bi vî awayî wê bi navê civakeke tendurist tiştek nemîne." 
 
Arslan bilêv kir ku li seranserê cîhanê dema muaneya nexweşxan herî kêm 20 deqe ye lê li Tirkiyeyê ev 5 deqeyan derbas nake.