AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da

  • rojane
  • 13:40 19 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê xalên Qanûna YOK’ê ku ji ber belavkirina belavokan û daliqandina pankartan a bêyî destûrê ceza dida, betal kir. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî belavkirina belavokan û daliqandina afîş û pankartan a li zanîngehan çendek biryar da. CHP’ê di 2’yê sibata 2023’yan de ji bo betalkirina hinek xalên Qanûna Têkildarî Qanûna Hîndekariya Bilind a Hejmar 7437 û Hinek Qanûnan de serî li AYM’ê dabû. AYM’ê di nirxandina xwe ya 22’yê sibatê de serlêdan lêkolîn kir. 
 
BELAVOK BÊYÎ DESTÛR WERE GIRTIN DIKARE BÊN BELAVKIRIN 
 
Di xala 54’emîn a Qanûna YOK’ê de ji bo “Bêyî destûrê belavkirina belavokan a di nava saziyên hîndekariya bilind de û daliqandina afîş û pankartan” cezayên disiplînê hwd. dihatin birîn. AYM’ê ev xal derqanûnî nirxand û betal kir. AYM’ê ev xal weke binpêkirina azadiya xweîfadekirinê hate nirxandin.  AYM’ê cezayên ji ber daliqandina afîş û pankartan a bêyî destûrê tên dayîn jî weke binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê nirxand û betal kir. 
 
CIVÎNÊN BÊYÎ DESTÛR TÊN LIDARXISTIN
 
AYM’ê xala “lidarxistina civînan a bêyî destûrê yên li saziyên hîndekariya bilind tên lidarxistin qedexe ye” jî li dijî destûra bingehîn nirxand û ev xal jî betal kir.