9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir

img
AMED – Lîstikvan Omer Şahîn ku di bernameya vekirinê ya 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de axivî, da zanîn ku li vê erdnîgariyê qirkirineke çandî heye û wiha got: “Lê li hember vê qirkirinê têkoşîna me, berxwedana me, dengê me, gotina me jî heye.”
 
9'emîn Mihricana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê û bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, bi kelecaneke mezin li Qesra Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê starta xwe da. Mîhrîcan ku bi dirûşmeya “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” tê lidarxistin, bi axaftina lîstikvan û hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û performansa rîtûel a Batman Yenîsahne û Şermola Performansê dest pê kir. Mîhrîcan rastî eleqeyeke mezin hat û gelek hûnermend, nivîskar, kesên bernas tev li bernameya vekirinê ya mîhrîcanê hat. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyên Amedê û nûnerên saziyên sivîl tev li bernameya vekirinê bûn.
 
Ewilî lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn û Berfîn Emektar xêr hatina mêvanan kirin û dû re nivîsek ku ji bo mîhrîcanê amade kiribûn xwendin. Nivîsa kurdî Omer Şahîn ya tirkî jî Berfîn Emektar xwend.
 
‘NÊZIKATIYA BINGEHÎN A HUNERÊ LIBERÇAVGIRTINA HEQÎQETÊ YE’
 
Şahîn destnîşan kir ku mirovên demê ,her tiştên ku dibînin, dibihîzin, bi dest dixin, tam dikin û bêhn dikin wekî "rast" kod kirine di hişê xwe yên nûjen de. Şahîn, diyar kir ku ji wan re ramanek cûda,  mejîyek cûda, niyetek cûda lazim e û wiha dirêj kir: “Nêzîkatiyeke din tenê li ser rastiya rûyê avê namîne, kûr dibe û digihîje heqîqetê. Wî eşkere dike û pêşkêş dike. Nêzîkatiya bingehîn a hunerê û bi taybetî jî ya me hunermendên şanoyê jî ew e ku heqîqetê bidin ber çavan. Ji bo me şano ne teqlîd e. Şano  mudaxele ya rastiya ser rûyê avê ye, rastiyên li pişt dîmenê heyî, derdixe holê û pirsan li tiştên xuyayî dike.
 
‘LI VÊ ERDNÎGARIYÊ QIRKIRINA ÇANDÎ HEYE’
 
Şano, temaşevan ji rewşeke pasif vedigerîne rewşeke çalak, lêpirsîner û aktif. Şano ya civakî bandoreke rîtuelistik e. Ji bo me Şano qebul kirina tiştên tên dayîn nine, red kirina qaliba ku jî bo me hatiye diyar kirin e. Li hember derketina qebul kirina bê pirs e. Şano her tim li pey vê pirsê ye. Gelo rêyeke din mimkun e? Belê, li vê erdnigariyê êş, wêranî, parçebûn û qirkirina çandî heye. Û ev rastiyek e. Ev xuya ye. Lê li hember vê têkoşîna me, berxwedana me, dengê me, gotina me jî heye. Li Van xaka bîra me, rihê me, û dilê me heye.  Cewhera me û hebuna me li ser van xaka ne. Ev heqiqet e û li pêşiya rastiyê ye.”
 
 
‘LÎSTIKVANÊN ŞANOYA KURDÎ STÛNÊN ŞANOYA KURDÎ NE’
 
Piştî Şahîn, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û da zanîn ku gelê kurd di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de xwedî li vîna xwe derket. Bûcak, diyar kir ku wan careke din şaredariyên xwe bi dest xistin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Spas ji bo keda hemû hevalan ku ev mîhrîcane amade kirin. Ji bo hemû hezkiriyên şanoyê gelek lîstik hene ku di nava hefteyê de temaşe bikin. Ji gelek welatan beşdarbûn heye. Dê lîstikên şanoyê bi zimanên ermenî û kurdî bên lîstin. Hêvîdarim her kes li Amedê hefteyek baş a şanoyê derbas bike. Me soz dabû ku em ê Amedê bikin bajarê çand û hunerê. Em ji vir soza xwe nû dikin. Dîsa silav ji lîstikvanên ku di van rojên dijwar de li gel hemû zextan û hemû xetereyan jî stûnên şanoya kurdî ne. Bijî şanoya Kurdî.”
 
Piştre hevşaredar Dogan Hatûn axivî û wî jî beşdarvan silav kir. Hatun, anî ziman ku qeyûman hewl da ku huner û çanda kurdî tune bikin û ev tişt got: “Îro me pêngava yekem a van sozên ku me dabûn we avêt. Werin em bi hev re çand û hunera xwe biparêzin.”
 
Piştî axaftina Hatûn, lîstikvanên Batman Yenî Sahne û Şermola Performasê bi tevlibûna mêvanan jî çend lîstik lîstin û demeke bi ken derbas kirin.
 
Bername, bi stranên hûnermendê Colemêrgî Mûrad Demîr bi dawî bû.