Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin

img
ÎZMÎR - Hilbijêrên bitevger ên ji bo dengên xwe bikar bînin ji Îzmîrê ber bi bajarên Kurdistanê ve bi rê ketin, diyar kirin ku li dijî xespa qeyûman diçin ku rekorê bidest bixin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, dest bi veguhestina hilbijêrên bitevger yên li bajarên bakurê Kurdistanê dengê xwe bikar bînin kir. Nêzî 500 hilbijêr bi 10 otobusan ji Îzmîrê ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a Herêma Egeyê Kadîr Baydûr diyar kir ku îro bi piranî hilbijêr ber bi Amed, Wan, Mêrdîn, Îdir, Qers û Dêrsimê ve birêkirine û heta sibê êvarî her kesên ku serî li wan bide, ew ê wan vegûhezin bajarên ku dengê xwe bikar bînin. Baydûr, bi bîr xist ku dengek jî dê rengê hilbijartinê bigûherîne û xwest her hilbijêrên di vî warî de hestiyar in serî li wan bide. 
 
Hilbijêrên bitevger ên ji bo dengên xwe bikar bînin bi rê ketin jî anîn ziman ku li dijî xespa qeyûman dê li vîna xwe xwedî derdikevin û diçin ku rekorê bidest bixin.