9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin

  • rojane
  • 14:34 20 Îlon 2021
  • |
img

WAN - Derket holê ku 9 kurdên ku bi rêyên qanûnî ji bajarê Pave yê bi ser bajarê Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê hatin Tirkiyeyê, piştî ku hatine binçavkirin teslîmî Îranê nehatine kirin û bi ser Dîlokê ve teslîmî OSO’yê hatine kirin. Malbatên ku çar meh in ji zarokên xwe agahiyê wernagirin, banga alîkariya lezgîn kirin. 

Derket holê ku 9 kurdên ku bi rêyên qanûnî ji bajarê Pave yê bi ser bajarê Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê ve hatin Tirkiyeyê, piştî ku hatine binçavkirin teslîmî welatê wan nehatin kirin û bi ser Dîlokê ve birine Sûriyeyê û teslîmî Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) hatine kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mobîn Veledbeygî, Mesûd Hayderî, Demavend Pak Sereşt, Afşar Rûstemî, Bahmen Şadravan, Hidayet Ruxzadî, Saîd Ahmedî, Fardîn Dervîşpûr û kesekî ku navê wî nehat zanîn ku beriya 3 mehan bi rêyên qanûnî hatin Tirkiyeyê xwestin îltîcayî welatên Ewropayê bibin. Lê dema hewldanên wan ên îltîcayê didomîn di 22’yê Tebaxê de li navçeya Beykoz a Stenbolê hatin binçavkirin.
 
Her neh kes du rojan li qereqolê hatin ragirtin. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin biryara wan a derveyî sînor hat dayîn. Tê gotin her neh kesên ji vir birin Dîlokê ji vir jî teslîmî OSO’yê hatin kirin. Têkildarî kurdên ku tê texmînkirin birine Ezazê, heta niha tu agahî nehatin bidestxistin. Hewldanên malbatên wan jî tu encam negirtin. Hat diyarkirin ku beriya demekî kurt hin kes bi malbatan re ketine têkiliyê û ji bo her neh kes werin berdan fidye xwestine. 
 
BI PASAPORTÊ HATIN TIRKIYEYÊ
 
Birayê Demavend Pak Sereşt, Siyavoş Pak Sereşt bi lêv kir ku nizanin ku birayê wî û kesên pê re li qampekê an jî li girtîgehekê tên girtin. Serdeşt, da zanîn ku hemû malbat têkildarî ewlehiya canê zarokên xwe bi fikar in û wiha got: “Birayê min bi pasaportê kete Tirkiyeyê. Ji xwe dema ketin Tirkiyeyê dikarin 3 mehan li wir îkamet bikin. Birayê min û hevalên wî dixwestin ji Stenbolê derbasî Ewropayê bibin. Lê polîs wan binçav dikin. Roja ku hatin binçavkirin ji me re cihê ku lê ne bi rêya telefonê şandin. Dema hatin binçavkirin em bi wan re axivîn. Ji me re gotin ‘dê me dersînor bikin’. Em jî fikirîn ku wê dîsa vegerin mala xwe lê wisa nebû. 
 
ÇIMA TESLÎMÎ OSO’YÊ KIRIN?
 
Sereşt, da zanîn ku piştî kirariyên wan ên li qereqolê bi dawî bûn bi nimreyeke cuda dîsa malbat hatin gerandin û wiha axivî: “Ez bi wê nimreyê bi birayê xwe re axivîm. Got ‘Em birin bajarekî ku navê wê Dîlok e’. Gotin ku li cem wan 54 welatiyên Iraqî jî hene. Ji wê rojê û şunde têkiliya me ya bi wan re bi temamî hat qûtkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin hemû birine Ezazê. Ji ber ku 54 Iraqî li Ezazê teslîmî rayedarên Iraqî kirine û şandine welatê wan. Piştî 14 rojan Iraqî şandine lê derbarê 9 kurdan de tu kirarî nekirine. Tirkiye van mirovan binçav dike lê dibe Sûriyeyê û teslîmî OSO’yê dike. Çima wisa kirine me fêm nekir."
 
‘JI ME PERE XWESTIN’
 
Sereşt, anî ziman ku weke malbat serî Li Wezareta Karên Derve ya Îranê dane û wiha berdewam kir: “Ji me re gotin wê li rewşê binerin lê heta niha tu geşedan çênebûn. Heta em bi gelek kom û kesan re jî ketin têkiliyê lê me tu encam bi dest nexistin. Em difikirin ku piştî ku kurd in ev rewş jiyan e. Niha yekane derdê me ewlehiya canê wan e. Em nizanin ka dijîn an na jî. Beriya demekî nêzîk ji Suriyeyê hin kes li me geriyan û ji bo her neh kesan berdin fidye xwestin. Lê ji ber me bawer nekir me qebûl nekir.”
 
BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN
 
Sereşt, bi lêv kir ku dema birayê wî ew li Stenbolê di binçavan de hin parêzer li wan geriyan û heke pereyan bidin wan wê her neh kesan bidin berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hin parêzeran pereyekî zêde xwest me jî qebûl nekir. Em niha nizanin ka em ê çi bikin û li benda agahiyekê ne. Em weke malbat, ji parlementerên kurd ên li Tirkiyeyê alîkarî dixwazin. Dîsa ji baro, saziyên sivîl ên civakî û saziyên navnetewî bi awayekî lezgîn alikariyê dixwazin. Bila van mirovan ji malbatên wan re bişînin. Hemû jî xwedî malbat in û zarokên wan hene. Zarokê birayê min mehek û nîv e. Em hevî dikin ku ji banga me re herkes bibe deng.”
 
MA / Adnan Bîlen