Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir

img
DERSIM - Li navçeya Xozatê şewatê daristanê di roja 5'an de didome û Walîtiya Dersimê jî têketina daristanan ji bo mehekê qedexe kir. 
 
Di 30'ê tîrmehê de dema operasyoneke leşkerî li navçeya Xozatê ya Dersimê agir bi daristanên li navçeyê ketibû û 5 roj in ev agir nayê vemirandin. Walîtiya Dersimê ku nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên ji bo vemirandinê xwestin biçin herêma şewatê asteng kir, ji bo mehekê têketin û derketina daristanan qedexe kir. Walîtiyê, bi hinceta şewatê ragihand ku têketin û derketina daristanên li navenda Dersimê û navçeyên wê Xozat, Pulur, Pîlemûriye, Qislê, Mêzgêrê heta mehekê qedexe kiriye. Wê qedexe heta 1'ê îlonê bidome.