Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû

  • 2020
  • 09:08 27 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL - Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 21 sal in di tecrîda giran de dijî. Tecrîda 21 sal in li Îmraliyê didome, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe li gelek welatên ewropa û cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê 31 roj in di greva birçîbûnê de ne. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî di 15'ê Sibata 1999'an de hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê kirin, ji wê demê heta niha 21 salin li Girtîgeha Ewlehiya Bliind a Tîpa F a Îmraliyê Ocalan di şertê tecrîda giran de dijî. Ocalan 21 salin bi polîtîkayên taybet en şertên Guantanamoyê derbas dike re rû bi rû ye. Tecrîdkirina Ocalan bi taybet di sala 2020'an de bêtir giran bû û li hemû Tirkiyeyê belav bû. Lê li aliyê din gelê Kurd li  Tirkiye û gelek welatên cîhanê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û kampanya dan destpêkirin. 
 
Parêzerên Ocalan jî di sala 2020'an de bi armanca bi Ocalan re hevdîtin bikin tam 93 caran serî li dozgeriyê dan. 25 serlêdan bi hinceta 'Cezayê dîsîplînê' dane Ocalan hat redkirin. Serlêdanên din jî bê bersîv hatin hiştin. Dîsa malbatan 48 caran serlêdan kir. Ji 48 serlêdanan 7 jê bi hinceta "Cezayê dîsîplinê" red kirin. Malbatê tenê carekê bi Ocalan re hevdîtin kirin. 40 serlêdan jî bê bersîv hatin hiştin. Malbatê vê cara hevdîtin kirin ji piştî 21 salan yekem car bi telefonê di 27'ê Nîsanê de tenê 20 deqîqeyan hevdîtin kir. 
 
ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ FIKAR ZÊDE KIR 
 
Di 27'ê Sibatê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu aşkere kir ku li îmraliyê şewat derketiye. Ev bû sedema fikaran. Li ser vê yekê parêzerên Buroya  Hiqûqê ya Asrînê bi armanca rewşa muvekkilê xwe fêr bibin serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir. Dema malbatan jî serlêdan kir destûr dan ku malbat biçin serlêdanê. Lê dema malbat di 28'ê Sibatê de çûn Îmraliye di rêde malbat dîsa paşve vegerandin. Rayedarên girtîgehê li malbatan geriyan û diyar kirin ku hevdîtin hatiye redkirin. 
 
MALBAT ÇÛN ÎMRALIYÊ
 
Malbatên ku serledana wan hat redkirin carek din serî li rayedaran dan. Piştî serlêdana malbatan hat qebûlkirin vê carê di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê. Malbatan li Îmraliyê bi Ocalan, Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar re hevdîtin kirin. 
 
JI OCALAN PÊŞNIYARA ‘RÊYA SÊYEMÎN' 
 
Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtina li Îmraliyê got: “Nêzî 8 mehin em nikaribûn biçin hevdîtinê û me hevdîtin nedikir. Ez û birayê Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş bi hevre çûn Giravê. Wekî rewşa awarte bû. Serok hat hundir, lê destê xwe neda min û got 'Agahî dane min. Bawerim germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te' Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Serok pirsa ‘Tu çima hat? Tu bi çi hincetê hat?  pirsî. Min jî got ‘Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê. Başkan got 'Erê lê bandor li ser me nekir.' Piştre got ‘Ezê hin tiştan bipirsim. Tu bi cewherî ji min re bêje.' Bi giranî Serok axivî. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka li Rojhilata Navîn nerîna derve ji min pirsî. Got ji bo çareseriyê wekî hêz kê dibînin û bawer dikin kî çareser bike. Xwest ez bê şirove bibersivînim. 
 
GER MASE SÊ PÎ BE, NAKEVE 
 
Min jî got, 'Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike'. Got 'Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin'. Piştî wê dest bi vegotinê kir. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dest bi vegotinê kir. Dîsa got, 'Ez bawer im HDP'ê kongreya xwe li dar xist'. Serok bi taybetî ev tişt got: " Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin piyek. Hûnê li wê bibin hêz. Ger ku maseyke sê pî be nakeve. Maseya dupî pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me Kurd, piyê sêyem in. Ji bo piyê sêyem jî pêk bê mezinbûn divê'. Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok,'Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin'.
 
DIVÊ JI GEL RE XIZMETÊ BIKIN 
 
Serok got, 'Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmet bikin'. Got "Çapemeniyê xurt bikin. Alîkariyê bidinê. Ji hemû hevalên xebatkarên çapameniyê re pir pir silavan dişînim. Bila hem kovaran û hem jî televîzyonan xurt bikin."
 
'KÎ NIRXAN BINPÊ BIKE EZ Ê WAN EFÛ NEKIM' 
 
Têkildarî partiyê jî ev tişt gotin: "Ji min tirê partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotina bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî newsa? 50 sal in ez ked didim. Heke ez bibihîzim ku kî/ê ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih bigire û nirxan bi kar bîne, hesab ji bipirsim. Ev gel gelek bedelên mezin da. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Ev gel ewqas bedel da. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê bi nade çareserkirin. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî."
 
JI BO BAKURE SÛRIYEYÊ NIRXANDINÊN GIRÎNG 
 
Ji bo Sûriyeyê jî şîroveyan kir û ev tişt got: "Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Tûyê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji kesên ku li wir di saziyan de dixebitin re gelek silav û hurmetin min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan dixwazim. Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir kurd ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin."
 
'DÊ PIYÊ SÊYEMÊN BI KEDÊ ÇÊBIBE'
 
Serok ji bo çareseriyê got ku heke tu bibîn hêz dê her tiştî çareser bikî û got: "Dîsa jî hûn dikarin vêya bikin; hûn neçar in saziyên xwe xurt bikin. Heke hûn baş bixebitin dikarin encamên baş bigirin. Baş xebitandin çî ye? Xizmeta ne ji bo şexsan ji bo gel e. Têkoşîn bi vî rengî dibe. Tu min baş nas dikî Mehmet. Tu zanî ku min çawa têkoşîn daye. Min li dijî dayika xwe jî têkoşîn daye. Dema 7 salî bûm li dij derketim. Tu baş dizanî." Min jî got, 'Belê ez zanim. Te wisa kir.' Serok, di berdewamê de jî wiha got: "Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe. Hûn neçar in bibin hêz da ku hûn karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin Pirsgirêka Kurd bi vî rengî dikari çareser bikî. Heke tu nebî hêz dê kes pirsgirêkê bi te nede çareserkirin. Em dibêjin mese de mese bi du pî ye. Hûn neçar in bibin piyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn  ked bidin dê bibe. Belê mese pêwîst e. Ev jî dê bi ked û xizmet dayîna gel re bibe. Tu jî dikarî li derdora xwe li Rihayê hin tiştan bikî. Peywir dikevin ser milê we hemûyan. Wiha bi paşvekişandin û bi rûniştinê nabe. Tu jî dikarî li wir ked bidî. Tuyê xizmet bidî. Tuyê jî bidî û ew hevalên te jî dê bidin. Ew gund hene û hevalên me hene. Ew tirkmen hene. Ji hemûyan re silavên min bibêje."
 
ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ BILA BIKE 
 
Serok têkildarî tecrîdê jî ev tişt got: "Ez ji hemû kesên ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê li dijî tecrîdê têkoşîn didin re silavên xwe dibêjim. Li kuderê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelek baş im. Ez zanim çawa bijîm. Tu min dibînî çawan im." Min jî bi qasî ku dît baş bû. Tenduristî û moralê wî di cih de bû. Got, 'serkeftinê dixwazim'. Min jî pirsa ku dê careke din hevdîtin çêbibe kir? bersiv neda pirsa min. Ev tişt got: "Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşveçûnekê pek bînin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam dike hem jî rêjandina xwînê berdewan bike. Bila herkes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike."
 
PROTOKOLA 1982'AN BIBÎR XIST 
 
Ocalan, piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş  jî di heman rojê de bi malbatên xwe re bi rêya telefonê axivîn. Konar, Yildirim û Aktaş piştî 2015'an yekem car bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Ocalan di hevdîtina bi telefonê de têkildarî geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê banga yekîtiyê kiribû û xwestibû û bal kişandibû ser protokola 1982'an. Ocalan anîbû ziman ku pêdiviya PKK, PDK û YNK’ê bi yekîtiyê heye pêdiviya kurdan bi yekîtî û aştiyê heye. 
 
RAPORA  CPT'Π
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), di 5'ê tebaxê de rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropa, di salên 2017 û 2019'an de li Girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîn. Encama van ziyaretan aşkere dike. Di 6-17'ê Gulana 2019'an de girtîgeh ziyaret kirin. Yek ji girtîgehên ziyaret kirin jî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bû. Parezerên Ocalan ên Buroya Hiqûqê gotin: "Rapor kêm û bi tirs hatiye amadekirin. Lê ji ber pergala îşkence û bê hiqûqiyê daniye holê girîng e. Di raporê de daneyên îhlalê yên girîn parve dike. Tê dîtin ku qedexeya îşkenceyê îhlal kiriye. Li Girtîgeha Îmraliyê li Tirkiye yekem car bi pergalek taybet tê meşandin. Îro ev pergal li hemû girtîgehên din belav kirine û kirine pergalek ji rêzê û asayî. Wekî Rejîma Înfaza Cezayên hatiye girankirî tê zanîn. Ji xwe DMME'ê jî pêkanînen li Îmraliyê tên kirin wekî îşkence pênase dike. CPT, di raporên berê de jî xwestibûn ku ev îhlalên îşkence û muameleyên xerab bi dawî bibe. Lewra  CPT piştî 15'ê tîrmeha 2016'an û bi OHAL'ê re, têkiliya Ocalan û cîhana derve bi herve qut bû, ev pêvajo wekî ‘tecritê’ pênase kir û li gel OHAL di sala 2018’an de rabû jî, serdanên ziyareta parêzer û malbatan hatiye redkirin. Ev yek me bêtir dixe nava fikaran. 
 
Rapora CPT'ê wekî îhlala qedexeya îşkenceyê pênase dike. Li Îmraliyê pêkanînên hucreyê kirine tiştekî asayî û rûtin. Ragihandin bi sînor kirin. Destûr nedan ku parêzer û malbat bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin.  Ev yek ji aliyê pîvanên navneteweyî jî nayê qebûlkirin. CPT, diyar dike ku rapor bi erêkirina dewletên endam hatiye parvekirin. 
 
QEDEXEYAN BERDEWAM KIR 
 
Piştî rapora CPT'î li şûna Tirkiye gavan bavêje di 23'ê Îlonê de 2'emîn Dadgeha Îngazê ya Bûrsayê biryara qedexeya 6 meh hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dan. Dema parêzeran di 2'ê cotmehê de serî li serdozgeriyê dan ev yek fêr bûn. Dadgehê cezayê hucreyê yên di navbera salên 2005 û 2009'an de hincet nîşan dan. Dîsa Nexşerêya Ocalan ku ji 156 rûpelan pêk tê û pêşkêşî DMME'ê kiribû hîncet nîşan da û mafê telefonê yê Ocalan ku piştî 21 salan yekem car bikar anîbû jî qedexe kir. 
 
ÎMRALÎ BÛ WÊNEYÊ TIRKIYEYÊ
 
Ji ber tecrîda li Îmraliyê zede bû, zextênk li ser girtîgehên din, siyasetmedarên Kurd û rêxistinên muxalif jî zêde bû. Tecrîdê bandora xwe li ser qeyrana aborî, azadiya ramanê û gelek mafê jiyanê kir. Bi tecrîda li Îmraliyê re tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê belav bû. 
 
GIRTÎ KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Piştî tecrîd giran bû. Girtiyên PKK û PAJK’'ê di 27'ê mijdarê de bi boneya tecrîd bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Çalakî 31 rojin didome. 
 
SALEK ÎMRALIYÊ 
 
 * 31 Çile: Parlanentera HDP'ê Feleknaz Uca, tecrîdkirina Ocalan anî rojeva meclîsê û aliyê hiqûqî yê tecrîdê ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsî. 
 
* 15 Sibat: Di 21'emîn salvegera komploya navneteweyî de li çar aliyê cîhanê Kurd daketin qadan. Bi milyonan mirovan li çar aliye cîhanê tecrîd şermezar kirin û azadiya Ocalan xwestin. 
 
* Endramên Heyeta Aştiya Navneteweyî ku hatin Tirkiyeyê fikarên xwe yên têkildarî tecrîdê de anîn ziman. Heyetê xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin, lê wezaretê bersîv neda heyetê. 
 
* 25 Sibat: - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîd bi dawî bibe û mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi dest bixin serî li CPT'ê dan. 
 
* 27 Sibat: Wezîrê Karên Hundoir Suleyman Soylu, aşkere kir ku li Îmraliyê şewat derketiye. 
 
* 28 Sibat: Malbatên ku piştî destûr hat dayîn çûn Îmraliyê, di rêde ziyaret red kirin û bêyî hevdîtin bikin paşve vegeriyan. 
 
* 2 Adar: Malbat çûn Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. 
 
* 27 Nîsan: Malbata Ocalan û girtiyên din yekem car bi telefonê bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kirin. 
 
* 1 Hezîran:  Sendîkayên Karkeran ên li Îngîltereyê ji bo azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 2016'an de dabûn destpêkirin, bi tevlêbûna Sendîkaya Muzîsyenan a 30 hezar muzisyenan (Musisians Union-MU) temsîl dike berdewam kir. 
 
* 19 Hezîran: Parêzerên Ocalan li dijî biryarên der barê girtiyên Îmraliyê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. 
 
* 16 Tirmeh:  Sendîkaya Britanyayî di çarçoveya kampanya “Freedom for Öcalan (Ji Ocalan re azadî" mîtînga onlîne li dar xistin. 
 
 *  22 Tîrmeh: Serlêdana parêzeran ya AYM'ê hat redkirin. 
 
* 29 Tîrmeh: Piştî AYM'ê serlêda parêzeran red kir, parêzeran vê carê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. 
 
*5 Tebax CPT, rapora ku di ziyareta 6-17'ê Gulana 2019'an a Îmraliyê de amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. 
 
* 6 Tebax: Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî CPT'ê rapor aşkere kir, bang li CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku erka xwe pêk bînin. 
 
* 12 Îlon: - Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawqî bibe rêxistinên demokratîk û civakî hamleya “Ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re bes e, Dem dema azadiyê ye." dan destpêkirin. 
 
* 2 Cotmeh: Rêxistinên KCD, TJA, HDP, DBP'ê li Amedê bi hevre daxuyanî dan û dest bi kampanya “Em yekitiyê ava bikin, em tecrîdê bişkînin, azadiyê bi dest bixin" dan destpêkirin. 
 
* 2 Cotmeh: Dîsa derket holê ku 6 meh cezayê din li girtiyên li Îmraliyê birîne û qedexe danîne ser ziyareta parêzeran. 
 
* 7 Cotmeh: Parêzeran biryara qedexeya 6 mehan a li ser girtiyan a 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê li 1’emîn dadgeha Cezayên Giran îtîraz kir, lê îtîraz hat redkirin. 
 
* 10 Cotmeh: Piştî qedexeya li ser parêzeran a bi Ocalan re vê carê der barê girtiyên din de jî 6 meh cezayê telefonê îlan kirin. 
 
* 23 Cotmeh:  Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (AKPM) ya Komîteya Daîmî, rapora şopandinê ya der barê Tirkiyeyê de erê kir. Meclîsê xwest Tirkiye rapora CPT'ê li ber çavan bigire û hemû daxwazên CPT yên der barê Ocalan û girtiyên din de pêk bîne. 
 
* 29 Cotmeh: Parlamenterê Partiya Çep ê Almanya Gokay Akbulut, pirsname da hikûmetea Federal û xwest pirsên wî yên der barê teccrîda li Îmraliyê de bibersivîne. Wezîrê Dewletê yê ji karê Ewropa berpirsiyar Michael Roth, bersîv da pirsnameyê û anî ziman ku Tirkiye wekî endamê KE'ê li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) tev navgere û xwest peymanê pêk bîne. 
 
* 27 Mijdar: Girtiyên PKK û PAJK'ê bi boneya tecrîd bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. 
 
* 4 Kanûn: Bi hinceta Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn ziyareta malbatan qedexe kirin. 
 
MA / Erdogan Alayûmat