Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan

  • ciwan
  • 10:37 18 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî Turnuvaya Gulîstan Dokuyê daxuyanî da. Berdevkê Meclisê Edanûr Îbrahîmoglu wiha got: “Em li dijî hewldanên ajankirinê û koçberkirinê dakevin sehayan. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navenda partiyê de derbarê Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê daxuyaniya çapemeniyê da. Kurdiya daxuyaniyê endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Oguzhan Ozbay tirkiya wê jî berdevka Meclisa Ciwanan Edanur Îbrahîmoglû xwend. 
 
‘CIWAN HÊJA GUHERTIN Û TÊKOŞÎNÊ NE’
 
Oguzhan Ozbay di daxuyanyê de bal kişand ser polîtîkayên desthilatê. Ozbay anî ziman ku desthilat dixwaze rastî û heqîqeta civakê tune bike êrişî li jinên ciwan û ciwanan dikin û wiha got: “Ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan hêza guhertin û têkoşînê ne. Xwedî helwesta şoreşgeriyê ne. Ev rastî ji aliyê desthilatdaran ve jî baş tê zanîn. Ji ber vê yekê ye ku dema ku li dijî gelên têkoşer êriş pêk tên, desthilatdar ewil êrişê li ciwanan dikin. Îro jî desthilatdar bi rêbazên şerê taybet êrişê jinên ciwan û ciwanan dike. Bi rêbazên qirêj yên şerê taybet dixwaze ciwanan ji heqîqetê dûr bixe û têxe nav pergala kapîtalîst. Li dijî ciwanan polîtîkayên hişbirê, fuhuşê, sîxurtiye, bişaftinê û koçberiyê dixe merîyetê. Desthilatdar bi van polîtîkayan dixwaze ciwanan ji axa wan dûr bixe, wan têxe nav jiyanek takekes û derewîn.”
 
‘TURNUVA DÊ BIBE BERSIVA ŞERÊ TAYBET’
 
Diyar kir ku di destê desthilatê de werzîş bûye amurekî şerê taybet ku dixwaze werzîşekî endustriyel ava bike wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin sîwana werzîşê de hişmendiya nîjadperest û zayendperest di nav civakê de belav dike û di heman demê de jî civakê bêhiş dike. Ji ber vê yekê afirandina werzîş û futbolekî li dijî zayendperestî û nîjadperestiyê muhîm e. Em di wê baweriyê de ne ku tevî hemû xebatên me dê pêşbirka me jî bibe bersiva polîtîkayên qirêj yên şerê taybet. Em ê îsal pêşbirka xwe li ser navê "Gülistan Doku" ya ku ev hezar û pênc sed û şêst û pênc roj in wenda ye, pêk bînin. Gulistan Doku yek ji qurbanîyên şerê taybet bû, bi hêza desthilatê hate wendakirin û ev çend sal in nayê dîtin. Her roj bi dehan jinên ciwan wek Gulistan Dokuyê dibin hedefa van polîtîkayên şerê taybet. Di şexsê Gulistan Doku û hemû jinên ciwan de dixwazin civakê ji rastiya xwe dûr bixînin. Lê îroj li hemû qadan jinên ciwan li dijî şerê taybet di refên pêş de têkoşîn dikin.” 
 
‘CIWAN DÊ WERZÎŞA CIVAKÎ Û KOMUNAL AVA BIKIN’
 
Derbarê turnuvayê de ev agahî parve kirin: “Ciwan dê di çarçoveya pêşbirka me de kom bibin û li dijî werzişa endustrîyal, werzişa civakî û komunal ava bikin. Jinên ciwan û ciwanên ku dixwazin beşdarî turnuvaya me bibin dikarin heta 21ê gulanê serî li rêxistinên me yên navçe û bajaran bidin. Di rojên pêş de her herêm û bajar, dê agahiyên derheqê serlêdanan de aşkera bike. Piştî serlêdanan, destpêka pêşbirkê dê li herêman bê eşkerekirin.
 
GULISTAN DOKU LI KU YE? 
 
Ev hezar û 565 roj in em ji pirsînê bêzar nebûn û dê bi munasebeta turnuvayê careke din bipirsin; Gulistan Doku li ku ye? Hemû hevalên me dikarin heya 21’ê gulanê biçin rêxistinên navçe û bajaran ên DEM Partiyê û dikarin navên xwe bidin nivîsandin. Em bi taybatî jî dixwazin hevalên me yên jin li dijî dijmintiya jinan, helwestekî xurt nîşan bidin û rolên ji bo jinan hatine diyarkirin berovajî bikin.”