Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'

  • ciwan
  • 21:28 15 Adar 2024
  • |
img
ŞIRNEX- Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan ku di şahiya ciwanan de axivî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û got: "Aqilê vê tekoşînê birêz Ocalan e. Bêyî wî çareserî nepêkan e.” 
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li buroya hilbijartinê şahiya ciwanan li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Alî Ûrek û Ferîde Ender û bi sedan ciwan tevli şahiyê bûn. 
 
‘HERÎ ZÊDE POLÎTÎKAYÊN XWE LI SER CIWANAN DIMEŞÎNIN’ 
 
Pêşiya şahiyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî. Ûysalê bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan û got: "Me bi ciwanî bi dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Ciwan ji bo ku li ser axa xwe azad bijîn heta niha bedelên giran dane. Ew ciwanên ku li zanîngeha Enqereye tovên têêkoşînê reşandinê 51 salin ev têkoşîn didome. Ev tov li her deverê kurdistanê belav bûye û şîn bûnr. Îro deng û hebûna gelê kurd li dinyayeê belav bûye. Gotîna birêz ocalan a me bi ciwan destpekîr rastîyeke îdeolojike, heke ku gelek seehildanekî bide destpêkirin divê ku  ev serhildan bi cowanan be. Ji ber ku rihê ciwanan riheke fedakare. Bi têkoşîn û deskeftiyên ciwanan em ê biserbikevin. Loma bi salane dewletê li dijî ciwanan şereke gelek alî daye destpê bikin. Ew dixwazin rihê ciwantiyê tune bikin. Dixwazin ciwanan û tevgera azadiyê ji hev qut bike.  Meclîsa me ya ciwanan hêdî hedî bi ser xwe ve tê. Yek ji polîtîkaya dewletê ew e ku bi sixûrtiyê ciwanan ji me dûr bikin, ya duyemîn jî dixwazin bi operasyonan çavê  ciwanan bitirsînin û ji me dûr bikin. Keseke ku bê çand, bê nasname û bêziman weke peleke darê tune dibe û wenda dibe.Ji ber wê ciwanan ji exleqê civakê dûr dikin û bi fihûş û tiryakê dixwazin rihê ciwantî xelas bikin. Ji ber wê jî herî zêde polîtîkayên xwe li ser ciwanan didin meşandin.“ 
 
‘AQLÊ TÊKOŞÎNA ME BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Ûysalê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: "Ev 109 roj in hevalên me li dijî tecrîda girankirî di girtîgehan de di greva birçîbûne de ne. Ji birêz Abdullah Ocalan ev 3 sal in agahî tune ye. Bi giştî jî ev 26 sal in ku di bin tecrîteke giran de ye. Her girtoyekî mafê wî ye  ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditîn  bike. Lêbelê birêz Ocalan ji vê bêpar tê hiştin. Ev sê salin ne hevdîtîn çêdibin û ne jî nameyek ji wî tê.  Tu agahiyekî jê nayê girtin. Dewlet dixwaze li Kurdistanê şer, zextên xwe bidomine, perçe bike û tune bike û li gorî plan û daxwszêen xwe bide qebulkîrin. Bi girankirina tecrîte dixwaze ku vê armanca xwe pêk bîne. Lêbelê aqîlê vê tekoşîne birêz Ocalane. Beyî wî çareseriyrk nepêkane ye. Li tevahiya dinyayeyê kampanyayeke hatiye destpêkirin û azadiya Ocalan daxwaz dikin. Her wiha me parlamenteran li dijî şikandina tecrîtê 15 rojan meş da destpêkirin. Îro meclîsa me ya ciwanan du kampanya dan destpêkirin. Yek ji wan daxwaza azadiya Ocalan û yek jî li diji tiryakê trkoşîn. Ji bo ku em hêza xwe û îradeya xwe bidin nîşandin hilbijartin ji bo me giringe. Lê tişta herî giring tecrîta li ser birêz Ocalan û zilma li ser girtiyane. Em dixwazin ciwanên me di nav her qadên siyasetê  de cihê xwe bigirin. Yek armanca me jî ew e ku rêxistina xwe  û têkoşîna xwe bi ciwanan bidomînin.”
 
Piştre namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Qilebanê Alî Ûrek axivî. Ûrek jî bi lêv kir ku ew ji xwe bawerin û ew ê AKP’ê vê carê bişînin cihê ku layiq û ji ciwanan daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.
 
Pişti axiftinan ciwanan govend gerand. Şahiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Bi jî berxwedana zindanan” bi dawî bû.