Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand

  • ciwan
  • 18:14 20 Sibat 2024
  • |
img
 
 
RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê, ji ber agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrî de tê girtin, name şand.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin name şand. Ji ciwanên name şandin Muhsîn Aydogdû diyar kir ku ev nêzî 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: "Ji ber tecrîda li ser birêz Ocalan hem gelê Kurdistanê û hem jî yê Tirkiyeyê êdî nefesê bistînin. Rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê aştî û aramiyê ji hemû gelan re peyda bike. Ji bo vê jî çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pir girîng e. Wekî ciwanên Meclisa DEM Partiyê em jî li dijî agahînegirtina ji birêz Ocalan nameyên xwe bişînin Girtîgeha Girava Îmraliyê."
 
Piştre endamên meclisa ciwanan nameyên ku nivîsandin ji Girava Îmraliyê re şandin.