Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan

  • ciwan
  • 21:47 24 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk li Kolana Îstiklalê ji bo Jîna Amîniyê ya li Îranê hat qetilkirin meşiyan. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Stenbolê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DMO) li Kolana Îstiklalê ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin meşek li dar xistin. Ciwanan pankarta "Jîna tu ne mir î, Jîna tu sembol î” li ser nivîsandî û dowîzên li ser "Em kurd in, jin in, em li vir in" nîvsandî hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.
 
Polîsên ku mudaxileyî meşê kirin, li ciwanan xistin û ew binçav kirin.