Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe

  • ciwan
  • 11:21 15 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara destnîşan kir ku ciwan xwe birêxistinkirinê dikarin li dijî fihûş, tiryak û sixurtiyê bisekinin û wiha got: “Ciwan çiqas xwe bi rêxistin bikin civak jî ewqas bi rêxistin dibe. Ciwan xwe birêxistinkirinê dikarin van êrişan pûç bikin."

Geşedanên siyasî, aborî, sosyal û çandî bandorê herî zêde li ciwanan dike. Ciwanên ku li her qadê bi zextan re rûbirû dimînin, fikarên wan ên pêşerojê jî zêde dibin. Di serê van cihên ku zext li ciwanan tê kirin û li dijî wan polîtîkayên pişaftin û bêesilbûnê tên meşandin bajarên Bakurê Kurdistanê tên. Ciwan li aliyekî li dijî bêkariyê têdikoşin li aliyê din jî tê xwestin karê tiryak û fihûşê bi wan bidin kirin. Bi taybetî jî li ciwanên di qada polîtîk de xebatan dimeşînin sixurtî tê ferzkirin. Di demekî ku ciwan li dijî van hemû polîtîkayan nikarin dengê xwe ragihînin de Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî van pirsgirêkan pêngaveke girîng da destpêkirin. Meclîsa Ciwanan di 10’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Em muptelaya madên hişbir bişikînin, jiyana nû ava bikin” hem li dijî tiryakê hem jî li dijî fihûşê kampanya da destpêkirin. Tê payîn ku kampanya ji Amedê ber bi hemû bajaran ve belav bibe. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara, têkildarî pirsgirêkên ku ciwan pê re rûbirû dimînin, polîtîkayên desthilatê û kampanyayê ji ajansa me re axivî. 
 
Mîmkara, diyar kir ku ciwan di civakê de bi rola xwe ya girîng radibin û wiha got: “Ciwan hêz û nûnerên civakekê ne. Evqas êriş jî têkildarî vê yekê ne. Ciwanên civakekê çiqas bi tendurist bin, çiqas bi rêxistin bin wê civak jî ewqas bi tendurist û bi rêxistin bibe. Di heman demê de di têkçûyîna civakê de jî roja ciwanan girîng e. Qasî ku ciwan ser piya bisekinin civak zirarê nabîne. Li Kurdistanê rewş hinek wisa ye. Pirsgirêkên ku ciwan dijîn, ji civakê ne serbixwe ne. Li welat, şer, bêkarî, tengezariyeke civakî, têkçûyîneke psîkolojîk heye. Ev yek hemû bandorê li ciwanan dikin. Ciwan niha di rewşeke xerab de ne. Hin xebatên ku şerê taybet pêşve dibe hene û ew bandorê li ciwanan dikin. Di nav evqas pirsgirêkan de ciwan nikarin xeyala pêşerojeke baş bikin. Ji ber ku şert û mercên heyî jiyaneke baş pêşkeş nakin.”
 
‘LI SER CIWANAN ZEXTEKE ZÊDE HEYE’
 
Mîmkara, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê zexteke zêde li ser ciwanan heye û wiha axivî: “Berdin ku ciwan li welat siyasetê bikin, du ciwan nikarin werin cem hev. Li Tirkiyeyê zexteke pir cidî heye. Heta tehamulî 2 ciwanên ku bi armaca xwe bi rêxistin kirinê tên cem hev nakin. 24 saetan tên şopandin. Dûre mudaxileyî wan tê kirin. Tên revandin, gef li wan tê xwarin û sîxurî li wan tê ferzkirin. Pişt re jî binçavkirin û girtîgeh e. Ciwanekî di vê rewşê de çawa dikare beşdarî siyasetê bibe? Lê divê bi vî rengî nêz nebin. Ciwan jî divê li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û rêbazên xwe îfadekirinê pêş bixin. Elbet ev tenê nînin. Li ser ciwanan zexta malbatê û zexta hawirdorê jî heye. Zexteke ku ji hêla hemî saziyên cemaweriyê ve hatî afirandin heye. Her kes hewl dide ku ji aliyekî ve ciwanan girêdayî xwe bike û jê sûd werbigire. Lê divê ciwan li hember vê yekê bêdeng nemînin. Divê ew bikaribe di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin bike.”
 
‘PÊŞÎ XULAMTÎ Û HEVKARÎ PIŞT RE JIYAN’
 
Mîmkara qala polîtîkayên ku li ser ciwanên kurd tên meşandin jî kir û wiha berdewam kir: “Ji avabûna Komarê û vir ve, ne tenê ji bo ciwanên kurd ji bo hemû gelê kurd vebijêrkek hatiye dayîn, ew jî qebûlkirina hevkariyê ye.  Ji bo ku hûn li Kurdistanê bijîn an jî li cihekî bibin, divê hûn pêşî xulamtiyê qebûl bikin. Pêşî hevkarî û xulamtî, piştre jîyan. Ya ku li ser tevahiya civak û ciwanên kurd hatiye ferzkirin ev e. Lêgerîna jiyana nû, lêgerîna jiyana azad nayê tehamul kirin. Vebijêrkek tune ye. Ji ber vê yekê ciwanên kurd dibin hedef û bi her cure muameleyê re rûbirû dimînin. Her çiqas êrişên ku pergal pêş ve dibe cûda bin jî, ji yek armancê re xizmet dikin. Pergal tenê di hin cihan de naçe ser ciwanan. Ciwanên ku şiyar dibin, dikevin nav lêgerînekê, dixwazin xwe îfade bikin û di vî alî de têdikoşin dibin hedef. Bi xebatên weke fihûş, tiryak, sîxurtî û çetevaniyê dibin hedef û bi vî awayî hewl tê dayîn ku bên tirsandin, desteserkirin û bêbandor bimînin.”
 
‘DI ÇARÇOVEYA ŞERÊ TAYBET DE ÊRIŞÎ CIWANAN DIKIN’
 
Mîmkara, da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya şerê taybet de êrişî ciwanan tê kirin û wiha pê de çû: “Ev şerê taybet bi zanebûn, plankirî û sîstematîk e. Fihûş, sîxurtî, tiryak û çetevanî jî xebatên ku bi yekparetiyê têne meşandin in. Ew ne çalakiyên tesadufî ne. Ev pêkanîn zêdetir li tax û navçeyên ku welatparêzî lê xurt e têne kirin. Hewl didin zêdetir pêşve bibin. Ew xebat ji bo ku ciwanan ji qada siyasî û têkoşînê qut bikin têne kirin. Em dizanin ku ew jî ji navendeke diyarkirî tên birêvebirin. Ciwan di valahiyê de ne. Pergal ewil têxe valahiyê dûre nahêle ku ew xwe îfade bike. Nahêle ku ew were cîhekî û wî/ê bêkar dihêle.  An ku hemî vebijarkên li pêşiya wî têne rakirin û ew dikeve valahiyê. Ev kes bi ciwanên ku di valahiyê de ne re dikevin têkiliyê û peran teklîfî wan dikin. Bi vê yekê dixwazin ciwanên kurd bêbandor bikin û têkoşîna ku gelê Kurd 100 sal e dimeşîne têk bibin.”
 
‘EV PIRSGIRÊK NE TENÊ PIRSGIRÊKA CIWANAN E’
 
Mîmkara, destnîşan kir ku ciwan bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikarin ser bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemû bajar, navçe û taxan xebatên meclîsên me yên ciwanan hene. Ciwan bi tevlîbûna meclîsan dikarin li dijî van pêkanînan şer bikin.Em nikarin bibêjin ku xebatên em dimeşînin pêşiya van pêkanînan tam digirin. Lê bandoreke wê heye. Hin destkeftiyên wê hene. Hestiyariyeke ku afirandiye heye. Rastiyek bi vî rengî jî heye; hevalên me yên xebatkar û navendên me yên ciwanan hertim dibin hedef. Ew her dem têne binçavkirin, tehdîd kirin, tacîz kirin û revandin. Em di van şert û mercan de dixebitin. Em ne tenê bi çeteyên ku van xebatan dikin re na, di heman demê de bi astengiyên ku dewlet derdixe pêşiya me jî re têdikoşin. Ji ber vê yekê em rasterast dibin hedef. Em li dijî van pêkanînan têdikoşin. Me dest bi kampanyayekê kir û di vê çarçoveyê de, em li dijî tiryak, çetevanî, sîxurtî, tiryak û fihûşê têdikoşin. Polîs û dewlet derdikeve pêşberî me. Em têkoşîneke bi vî awayî jî didin. Ji ber vê yekê, têkoşîn di şert û mercên dijwar de tê meşandin. Lê her kes dikare bipirse; Hêzên dewletê yên ku têkoşîna me ya li hember berdewarî asteng dikin, wê diparêzin? Ma ew xwediyê vê derdikevin? Ma ew piştgirî dikin? Ma ew teşwîq dikin? Divê her kes van pirsan bipirse. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêk û peywira meclîsên ciwanan e. Berpirsyarî û peywîra hemû qadan e.”
 
‘HETA KU TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN TU ÊRÎŞ JI HOLÊ RANABIN’
 
Mîmkara, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan jî û axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka tecrîdê ji bo me pirsgirêka herî girîng e û sereke ye. Ji ber em difikirin ku ya tê kirin, her tiştê ku diqewime, bi tecrîdê ve girêdayî ye. Tecrîd û îşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê tê birêvebirin, li tevahiya civakê û hêzên têkoşînê tê kirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li her qadê digire nava xwe. Beriya her tiştî divê li dijî tecrîdê têkoşîn bê meşandin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin û rakirin ti êrîş nikare ji holê were rakirin. Bi rastî, êrîş dê hîn xurtir bibin. Ev rastiyek e û divê her kes pê re rû bi rû bimîne. Niha, kesên ku tiryakê bikar tînin jî ji civakê dûr û îzole ne. Di vî warî de jî têkililyek heye. Em nafikirin ku her êrîş ji tecrîdê serbixwe pêşve diçe. Bi vala derxistina tecrîdê êriş jî dikare vala werin derxistin.”
 
‘TIRYAK Û FIHÛŞ LI HER DERÊ BELAV BÛYE’
 
Mîmkara, planên xwe yên ku di çarçoveya kampanyayê de bi rê ve bibin wiha vegotin: “Em armanc dikin ku di çarçoveya kampanyayê de tax bi tax mal bi mal bigerin û temasî 7 salî heta 70 salî bikin û van mirovan tevlî têkoşînê bikin. Em hewl didin ku hestiyariyekê bidin ava kirin. Girêdayî vê em plan dikin ku xwe bi rêxistinkirina xwe zêdetir pêşve bibin. Me ji bo kampanyayê demek diyar nekiriye. Niha weke kampanyayeke bêdem xuya dike. Ji ber ku tiryak, fihûş û bendewarî li her derê belav bûye. Divê têkoşîna li dijî vê jî berdewamî bibe.”
 
‘WERIN TEVLÎ TÊKOŞÎN Û XWE BIRÊXISTINKIRINA MECLÎSÊN CIWANAN BIN’
 
Mîmkara, bang li malbatan û ciwanan kir ku xwedî sekneke diyar bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ciwan û gel destûr nedin ku xebatên tiryak û fihûşê pêşbikevin. Divê li dijî vê xwedî sekneke bibin. Bi taybetî em bang li malbatan dikin. Ji bo ku di xebatên wisa qirêj de cih negirin, divê zarokên xwe bişopînin û xwedî li wan derkevin. Di vî warî de roleke girîng dikeve ser milê ciwanan. Divê ciwan jî nekevin nava van xebatan. Em dixwazin ku werin tevlî têkoşîn û xwe bi rêxistinkirina Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê bibin. Em bawer dikin ku ev xebatên em bi rê ve dibin wê me bigihînin serkeftinê.”
 
MA / Gokhan Altay - Dilgeş Rûvanas