Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin

  • ciwan
  • 13:10 13 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li Amedê xebatên afîşan hatin birêvebirin. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li taxên Dîcle û Ferîtkoşkê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê belavok belav kirin. Ciwanên HDP'yî li kuçeyan li dijî tiryak, fihûş, asîmîlasyon û sîxuriyê afîş daliqandin û derbarê van mijaran de ciwan û malbatên wan ên li taxan agahdar kirin.