Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin

  • ciwan
  • 14:50 10 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanya “Em tiryakê bişikînin û jiyana nû ava bikin” da destpêkirin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanya “Em tiraykê bişikînin û jiyana nû ava bikin” da destpêkirin. Meclîsa Ciwanan ji bo ragihandina kampanyayê li otêlek li navçeya Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek ciwan beşdar bûn. 
 
Di civînê de beriya daxuyaniya ragihandina kapmanyayê Parlamenter Îmam Taşçier li ser armanca ciwanan axivî û bal kişand ser têkoşîn û xebata ciwanan. Pişt re endama Meclîsa Ciwanan Ezgî Orak metna tirkî û endamê Meclîsê Umît Akbiyik jî metna kurmancî xwend. 
 
Akbiyik destnîşan kir ku ciwan dînamîzma civakê û pêşengên têkoşînê ne û ji ber vê awayî dibin hedefa zextên îqtidarê. Akbiyik da zanîn ku ji bo ew bi rol û rista xwe rabin û polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan rawestînin ji îro pê ve kampanya li dijî tiryakê, fihûş û dejenekirina ciwanan didin destpêkirin. Akbiyik banga rêxistinbûyînê li ciwanan kir û ew ê li dijî vê dejenekirina ciwan û civakê xwe bi xwe siberoj û jiyana xwe ava bikin.