ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê beşdarî kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê ya li Amsterdamê bibin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, ji bo tev li kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) ku dê di 16-18’ê Cotmehê de bê lidarxistin, sibe dê biçe Hollandayê.
Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay, Nûnerê Bruksel/Ewropayê Eyup Doru û Nûnerê Strasburgê Fayik Yagizay jî dê di şandeyê de cih bigirin.
Li bendê ye ku Bakirhan di kongreyê de biaxive û şande çendek hevdîtinan bike.