Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû

img
ENQERE - Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû bû Mûrat Emîr. 
 
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo serokwekîlê koma xwe yê nû diyar bike hilbijartin kirin. Ji ber ku Serokwekîla Koma CHP’ê Bûrcû Koksal di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de weke şaredara Afyonkarahîsarê hate hilbijartin parlamenteriya wê betal bûbû. Parlamenterê Enqereyê Mûrat Emîr û parlamentera Îzmîrê Sevda Erdan Kiliç ji bo serokwekîliya komê bûn namzet. 
 
Mûrat Emîr, hilbijartin qezenc kir û bû serokwekîlê komê yê nû. Emîr 66, Kiliç 48 deng wergirtin.