Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin

img
ŞIRNEX - Leyla Zana ya li navçeya Cizîrê di hevdîtina bi gel re de axivî, bi gotina: “Cizîr cihê Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Orhan Dogan û Mehmet Tûnç e. Em hêza xwe ji we digirin” banga xwedî derketina sindoqan li gel kir. 
 
Siyasetmedar Leyla Zana ya ji bo di çarçoveya xebatên hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de tev li xebatan bibe li Şirnexê ye, piştî serdana malbatên Roboskê hate bajarokê Gundikê Melê. Li bajarokî girseyeke qelebalix Zana pêşwazî kir. 
 
Zana ya silav da welatiyan wiha got: “Tifaqa gelê kurd dê aştî, aramî û serkeftinê bi hev re bîne. Heke em tifaqa xwe bi xwe ava bikin, dê aştî were. Em ji bo vî gelî tişta ji destê me tê bikin. Ji bo ku ev barê giran li ser milê zarokên me nemîne, em bixebitin. Em cîhaneke xweş ji zarokên xwe re bihêlin.” Zana ya bang li ciwanan kir, wiha got: “Em bi tilîlî û rengên xwe biçin ser sindoqan. Gelî ciwanan sindoq emanetî we ne. Sindoqan biparêzin. Hûn çawa xwedî li mala xwe derdikevin, wiha xwedî li sindoqan jî derkevin. Sindoq pêşeroja me ne. Em ê bi rêjeyeke zêde ya deng bistînin.”
 
Zana pişt re derbasî navçeya Cizîrê bûn. Girseya qelebalix ku di ketina navçeyê de Zana pêşwazî kir, her tim dirûşma “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. 
 
Zana, hat buroya hilbijartinê ya li nava Kolana Hunerê ya li Taxa Şah. Girseyê dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Biji berxwedena zindanan”, “Şehîd namirin” ve “Jin jiyan azadî” berzkirin. 
 
Zana ya bang li welatiyên li ber buroya hilbijartinê kom bûn kir, wiha got: “Cizîr, cihê Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Orhan Dogan û Mehmet Tûnç e. Em hêza xwe ji we digirin. Ji ber bajarê ciwanan e, hûn ê du hevşaredarên me yên ciwan hilbijêrin.”
 
‘CIZÎR NAVÊ YEKITIYÊ YE’ 
 
Zana, ya di nava girseya qelebalix de bang li dayikan kir, wiha got: “Dayik weke axê ne. Kok, çand, nasname, ziman, azadî û demokrasî ne. Dayik her tişt in.”
 
Zana destnîşan kir ku Cizîr navê yekitiyê ye û ev tişt gotin: “Bi hev re tevdigerin. Cizîr dîsiplîn e, rêxistinkirin e. Cizîr hêz e. Heke hûn hêza xwe bikin yek, weke Serok Ocalan got rêya 3’yemîn rêya aştî, azadî û demokrasiyê ye. Sedsal in zindan birînda dayikên li ser vê axê ne. Ciwanên me yên 18 salî dikevin girtîgehan di 55 saliya xwe de derkevin. Porê hemûyan spî bû. Çima? Ji bo nasname, ziman û azadiya we ye. Zimanê me hebûna me ye, hebûna me yekitiya me. Ez bawer dikim ku heke hûn hêza xwe bikin yek, deriyên hemû zindanan dê yek bi yek vebin.”
 
Zana ya li vir jî bang li ciwanan kir, diyar kir ku di hilbijartinan de divê xwedÎ li sindoqan bê derketin.