Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan

img
RIHA - DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rihayê heta danê paşîvê mal bi mal digere û hevdîtinan bi gel re dike. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Rihayê xebatên xwe yên hilbijartinê heta danê paşîvê didomîne. Bi sedan kesên ji malbata Toprak ên li navçeya Curnê Reş ku dihat îdiakirin dê dengê xwe bidin AKP’ê, ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re ber bi buroya hilbijartinê ve meş li dar xist. 
 
Welatiyên li Taxa Bahçelîevlerê hatin gel hev, pankarta bi “Dê DEM were dewran dê biguhere” ku wêneyên namzetên hevşaredariyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl li ser bûn hilgirtin û meş li dar xistin. Di meşa meşaleyî de her wiha fîşekên hewayî hatin teqandin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana DEM'ê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Komeke qelebalix a partiyê ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû û namzetên hevşaredariyê jî di nav de bûn, girse pêşwazî kir. Gergerlîoglû got: “Di demên berê de li dijî min jî heman kompas kirin, parlamenteriya min betal kirin û xwestin min bixin hefsê. Lê nekarîn. Me li Meclisê got ‘berxwedan jiyan e’ û me serî netewand.” 
 
Namzeta hevşaredariyê Serhan Paydaş jî spasiya kesên hatin serdanê kir. Ji endamên malbatê Mûrat Toprak got ku ew her tim piştgiriyê didin DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Em ê heta dawiyê jî piştgiriyê bidin DEM Partiyê. Em ê şaredariyê bi dest bixin.” 
 
Piştî axaftinan, heta demekî dirêj li ber stranên kurdî govend hate gerandin. 
 
Piştre jî partiyî çûn serdana gelek malbatên taxê û pisûlayên mînak ên dengdayînê belav kirin. Xebatên hilbijartinê yên li vir heta paşîvê berdewam kirin. 
 
HEWAG 
 
Yek ji navçeyên din ê ku xebatên hilbijartinê heta dema paşîvê dom kirin jî Hewag bû. Welatiyên gundên Curnûs, Karacaoren, Dutluca, Yaslica, Yaylak, Kepîrce, Hacilar û Kiliçê piştî fitareyê ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meş li dar xistin. Welatiyên tev li meşa bicoş bûn, ji hêla namzetên hevşaredariyê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikaya û girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Piştî gerandina govendê, partiyî heta danê paşîvê derî bi derî geriyan û xebatên hilbijartinê domandin. 
 
PIRSÛS Û XELFETÎ
 
Li Pirsûsê jî xebat bênavber domiyan. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Ayten Kaya û Muslum Baran li gundên Xindirxêz, Midêpa Mezin, Midêpa Piçûk, Îmerik, Zeytûn, Meqûş, Edşan, Qera, Kûremûsa, Cerdo û Mezrê bi gel re civîn li dar xistin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo namzetan hebû û xebat heta danê paşîvê dom kirin. 
 
Li navçeya Xelfetiyê jî Parka 4 Nîsanê ya li pêşiya buroya hilbijartinê şahî hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li şahiyê bûn û heta demekî dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin.