Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve

img
QERS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Bazarcix û Dîgorê tev li hevdîtinên bi gel re bû û ev peyam da: “Gelê Dîgorê dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û şaredariya xwe bi dest bixe.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi dorê li bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgor û Qersê û li navçeya Dîgorê hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan tev li her du hevdîtinên bi gel re bû. 
 
BAZARCİX
 
Bakirhan ê ewilî hate bajaroka Bazarcixê, ji aliyê gelek kesan ve bi çepik tilîliyan hate pêşwazîkirin. Bakirhan ê li vir axafitneke kurt kir, wiha got: “Em hemû jî baş dizanin ku vê derê têkoşîn û berxwedan hînî me kir. Bi salan e xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve. Li pêşiya me hilbijartineke gelekî girîng heye. Divê em vê feraseta qeyûm, di sindoqê de bihêlin. Ne girtîgeh ne jî zilm nikare pêşiyê li têkoşîna gelê Bazarcixê bigire. Qersê welatparêzî ji Bazarcixê hîn bû. Bi salan e, tevî zext, zor û faşîzmê Bazarcixê deng da partiya xwe û hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bû, bajarokeke mînak. Em bawer dikin ku di vê hilbijartinê de jî dê Bazarcix bi şaredariyên bajarên mezin re bikeve pêşbirkê û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşînê binivîsîne. Bazarcix ne qeyûm nahêle padîşahê wan derbas bibe. Li qada Bazarcixê hemû hesab xera dibin.”
 
DÎGOR
 
Bakirhan, pişt re derbasî Dîgorê bû. Di ketina navçeyê de gelek kesan şande pêşwazî kirin. Bakirhan ê li ber avahiya navçeyê axivî, wiha got: “Gundên we hatin şewitandin, hûn avêtin girtîgehan, hatin sirgunkirin lê we dest ji têkoşînê berneda. Divê hûn feraseta ku zimanê me tune dihesibîne, jê re dibêje ‘zimanê nayê zanîn’ û ji her parçeyê ku kurd lê dijîn re dibêje ‘teroristan’ bihêlin di sindoqê de. Hin kes di partiyên din de siyasetê dikin û dibêjin ‘em jî kurd in’. Tişeke wiha nîne. Kesên ku kurd in, ew ên ku ji bo statuya kurdî ya qanûnî têdikoşinin. Kesên kurd in li Enqereyê bi JÎTEM’ê re Tifaqa Guran nakin. Her dengê ku hûn ji bilî DEM Partiyê bidin dê ji Dewlet Bahçelî re, ji nijadperestan re, ji kesên we tune dihesibînin re û ji kesên heqaretê li Şêx Seîd dikin re biçin. Gelê Dîgorê dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û şaredariya xwe bi dest bixe. Bedelên ku we dane tu deran nedane. Roj roja xwedî derketina li bedelên hatine dayîn e.”