Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin

img
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Bazîdê axivî û wiha got: “Çavê me li malê tu kesî nîne. Lê em mêtingeriya tu kesî jî qebûl nakin. Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya Dibistana Amadehî ya Savaş Ay hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî tev li bû. Bi hezaran kes beriya hevdîtinê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê kom bûn û ber bi qada hevdîtinê ve meş li dar xistin. Di meşê de pankarta “Em ê teqez bi ser kevin” hate vekirin. 
 
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftina namzetê hevşaredariyê yê Bazîdê Kenan Alkan dom kir. Alkan, anî ziman ku gel dîsa ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li qadan e. Alkan, got ku ev hilbijartin ne hilbijartina şaredariyê lê hesabpirsîna texrîbatên di nava 8 salan de hatine kirin e. Alkan, diyar kir ku li Şaredariya Bazîdê nelirêtiyên mezin hene û got ku ji bo hesabpirsîna ji vê zîhniyetê tên. 
 
‘KURD MÊTINGERIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got ku bi milyonan kurd li her çar aliyên cîhanê ji bo azadiya xwe li ser pêyan e. Bayindir, wiha domand: “Bi roja ye, bi meha ye em dixebitin û vaye gihiştin hilbijartinê. Bazîd ji bo govenda azadiyê amade ye. Ev hilbijartin ji bo Erdogan û Bahçelî girîng e. Ji ber ku dibêjin dê her deverê veguherînin qada şer. Em ê destûrê nedin vê. Em ê bi hêzeke mezin rê li ber vî şerî bigirin. Hilbijartin, referandûma gelê kurd e. Her wiha ji bo gelê kurd têkoşîna nasnameyê ye. Em ê bi destên hev bigirin û di 31’ê Adarê de welatê xwe ji van zaliman rizgar bikin. Bi îradeya gelê kurd nikarin lê li dijî gelê me polîtîkayên bêexlaq dimeşînin. Em li vir dibêjin; hûn dê tu caran nekarin bi ser kevin. Îro bi milyonan kurd û dostên wan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Li dijî kesên bi rêya polîs û leşkeran xebatran dimeşînin, gelê me li ser pêyan e û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Çavê me li malê tu kesî nîne. Lê em mêtingeriya tu kesî jî qebûl nakin.” 
 
BAYINDIR: MUXATAB OCALAN E
 
Bayindir, anî ziman ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya me rêya heqîqetê ye. Banga me ji bo tevahiya gelê me ye; kurdên heta niha di rêya xelet de bûn, cihê we rex gelê we ye. Heke kurd bibin yek wê demê dikarin li dijî zalim û zilmê bi ser kevin. Li Meclisê ji ber du peyvên bi kurdî mîkrofonê digirin. Ew mîkrofon mîkrofona gelê me ye. Em kurd in û Kurdistanî ne. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin. Ji bo vê jî em di çarçoveya hiqûqa aştî û xwişk-biratiyê nêz dibin. Muxatabê çareseriya demokratîk a kurd birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
Bi domdarî Bayindir destnîşan kir ku dê di 31’ê adarê de bersiva pêwîst bidin zîhniyeta faşîst û axaftina xwe wiha qedand: “Dê Bazîd jî di 31’ê Adarê de bersiva xwe bide. Ji bo hilbijartinê 3 roj mane û divê em derî bi derî, kolan bi kolan bigerin û xelkê xwe qaneh bikin. Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe bi coş pîroz bikin. Çavê her kesî li Bazîdê ye. Ji ber ku Bazîd bajarê lehengan e. Rêya me tevan bi silametî be.”
 
Mitîng, bi muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.