DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye

img
KONYA - DEM Partî ji bo bidestxistina Şaredariya Cîhanbeyliyê bi ruhê seferberiyê dixebite. Namzetên hevşaredariyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş got ku dê serkeftina wan bibe bersiva li dijî polîtîkayên pişaftinê. 
 
Yek ji cihên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de lê xwedî îdia jî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ye ku piraniya şêniyên wê kurd in. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş ji bo serkeftinê bi ruhê seferberiyê dixebitin. Li gorî namzetan, hilbijartinên li vê derê girîng in û heke bi ser kevin, dê bi vî awayî bersivê bidin polîtîkayên pişaftinê yên dewletê jî. 
 
YAYLACI: DEMOKRASÎ JI HERÊMÊ DEST PÊ DIKE
 
Ji namzetan Eylul Yaylaci got ku mîna li her derê, li Cîhanbeyliyê jî girîngiyeke mezin didin hilbijartinê. Yaylaci, wipha domand: “Têgeha demokrasiyê, ji herêmê dest pê dike. Li Cîhanbeyliyê gelên cuda dijîn. Nasnameyên cuda hene. Ji bo me girîng e ku temsîliyeta temamiya van gelan di şaredariyê de hebe û xizmeteke wekhev bigirin.” 
 
Bi domdarî Yaylaci anî ziman ku pergala hevşaredariyê bi taybet jî ji bo navçeyê girîng e û wiha pê de çû: “Em dixwazin pergala hevserokatiyê li Cîhanbeyliyê bixin meriyetê, pratîka nûnertiya jinan li vir pêşkeş bikin û xizmetên ji bo jinan taybet bikin. Her wiha em girîngiyê didin projeyên ji bo ciwanan. Gelemperiya projeyên me li ser vî esasî ne. Bertekên pir erênî yên jinan hene. Lewma li gorî me pergala hevşaredariyê ji bo Cîhanbeyliyê firsendeke girîng e. 
 
‘EM DIXWAZIN LI CÎHANBEYLIYÊ XWEDÎ GOTIN BIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yaylaci bi bîr xist ku ev 400 sal in kurd li Cîhanbeyliyê bi cih bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu caran ji nasname, ziman û çanda xwe tawîz nedan. Lewma jî em qezenckirina şaredariyê tenê weke bidestxistina piraniya dengan nabînin. Li gorî me şaredariyeke li Cîhanbeyliyê tê bidestxistin, desteke ku ber bi Amedê ve dirêj dibe. Anku li gorî me divê em li Cîhanbeyliyê bikarin xwedî gotin bin. Ji ber ku bidestxistina şaredariyeke li rojavayê Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna jiyana demokratîk pir girîng e. Di heman demê de qezenckirina şaredariyeke li vê derê, dê ji polîtîkayên pişaftinê ku ev 400 sal in didomin re jî bibe bersivek.” 
 
BANG LI CIWANÊN CÎHANBEYLIYÊ KIR
 
Yaylaci bang li ciwanan kir û wiha got: “Heke em şaredariyê bi dest bixin, ji ewil dê li ser projeyên ji bo ciwanan bisekinin. Ji bo zimanê dayikê, çand û îstîhdamê divê berê xwe bidin DEM Partiyê. Di halê hazir de şaredariya niha ji bo ciwanan tu xizmetan nake. Ji bo ku ciwanên me şaredariyê weke mala xwe bibînin û bikarin ji her cureyên fealiyetên çandî û hunerî sûd bigirin, em ê ji wan re xizmetê bikin. Banga min a ji bo ciwanan ev e; cihê ciwanan DEM Partî ye. Bila neçin nav partiyên din ku miameleya zarokê jinbavê li wan were kirin. Bila bên mala xwe anku DEM Partiyê.” 
 
MAFÊ GOTINÊ DA GELAN!
 
Namzet Hasan Ateşçî jî da zanîn ku dema şaredarî bi dest xistin dê tu zextê li nasname û baweriyên cuda nekin. Ateşçî, wiha domand: “Em ê li Cîhanbeyliyê rêveberiyeke wisa ava bikin ku kurd, tirk, karabagî û gelên din bi hev re di jiyaneke xwişk-birane bijîn. Heke em bikarin bi xizmeta şaredariyê çareseriyekê ji bihabûna jiyanê re bibînin, dê ev yek ji bo îktîdarê jî bibe peyamek. Qezenckirina şaredariya vê derê her wiha dê bibe bersiva j polîtîkayên koçberkirin û pişaftinê.” 
 
‘EM Ê KOMA RANTÊ YA LI VÊ DERÊ BELAV BIKIN’
 
Ateşçî, diyar kir ku heke şaredariyê bi dest bixin dê şaredarîvaniya pirzimanî esas bigirin û wiha pê de çû: “Ez ê ji dîrokeke nêz mînakekê bidim; di sala 2016’an de li Cîhahbeyliyê kuleyeke saetê hebû. Li ser vê kuleyê bi 23 zimanan nivîsa ‘hûn bi xêr hatin’ hebû. Lê kurdî di nav de nebû. Wê demê ez hevserokê Konyayê bûm. Li dijî vê rewşê me li pêşiya kuleya saetê daxuyanî da û me pirsa; ‘ji sedî 60’ê vê navçeyê kurd in. Ma qet tu xatira me jî ji bo vî bajarî tune ye?’ kir. Piştî berteka me, kuleya saetê bi temamî rakirin. Tenê ji bo ku kurdî li wir neyê nivîsandin, kule bi temamî rakirin. Weke DEM Partiyê dema me şaredarî bi dest xist, em ê bersivê bidin temamiya van neyiniyan.” 
 
Bi domdarî Ateşçî da zanîn ku li Cîhanbeyliyê “komeke rantê” hatiye avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Di hilbijartinên 2014’an de kesên li dora AKP’ê, pênc sal piştre îcar derbasî aliyê Partiya Saadetê bûn. Heman kom niha jî li dora Firat Kizilkaya kom bûye. Dema em hatin dê ji ewil vê koma rantê ji hev belav bikin. Dê piştre jî hesabê nelirêtiyan bipirsin. Di vê mijarê de em bibiryar in û dê bikin jî. Li Cîhanbeyliyê pirsgirêkên cidî hene. Em ji bo çareseriya wan tên. Li Cîhanbeyliyê avên binerd ziwa dibin. 30 sal berê rêjeya avên binerd 40 metre bûn lê niha daketiye 100 metreyan. Ji ber vê jî ji Karapinarê heta Gunyuzuyê kov çêbûne. Heke wiha bidome dê di nava 10 salan de kovên ji Cîhanbeyliyê heta Haymanayê çêbibin. Sedema vê jî ew e ku çandiniyeke bi zanebûn nayê kirin û kooperatîfbûn nîne.” 
 
MA / Selman Guzelyuz