Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye

img
ÇEWLIG – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Çewligê de axivî û wiha got: “Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye. Şêx Seîd dema çûy ser ber sêdarê got; ‘min tiştekî ku neviyên min ji min şerm bikin nekiriye.’ Em jî dibêjin ku dê neviyên te, te nedin şermê.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga DEM Partiyê ya Çewligê de axivî. Uçar, bi hezaran kesên li qada mitîngê bi zaravayê kirmanckî silav kir û piştre li ser girîngiya hilbijartinê sekinî. Uçar, anî ziman ku polîtîkayên qirêjî yên îktîdarê li ser Çewligê hene. Uçar, da zanîn ku dê gelê kurd nirxên xwe ji bîr neke û wiha domand: “Yek ji van nirxan jî Şêx Seîd e. Yên ku siyasetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, heqaret li Şêx Seîd kirin. Nametê vê îktîdarê û îktîdar bi xwe, dengê xwe ji kesên heqaretê li nirxên gelê kurd dikin dernaxînin û piştre jî bêyî şerm bikin ji gelê kurd deng dixwazin.” 
 
‘AKP DIXWAZE LI DIJÎ KURDAN KOMKUJIYÊ BIKE’
 
Bi domdarî Uçar gotina AKP’iyekî ku digot “Partiya kurdan a herî mezin AKP ye” bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Ka em lê binerin bê ka AKP’ê çi kiriye; hewl dide bi rêya qeyûman hebûna xwe ya li Kurdistanê bidomîne. Di demeke ku em ji bo çareseriyê dimeşin de ew ji bo qirkirina kurdan welat bi welat digerin. Îktîdara ku dibêje partiya herî mezin a kurdan e, di hilbijartinê de qirkirina kurdan a piştî hilbiartinê weke mizgînî dide.” 
 
‘JI BO WAN HIZÛR TENÊ TIJEKIRINA BERÎKA XWE YE’ 
 
Uçar, gotina AKP’iyekî ya “qeyûm hat, hizûr hat” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Tişta ku AKP ji hizûrê fêm dike cuda ye. Ji bo wan hizûr, tijekirina berîka xwe ye. Pêhna ku şaredarê wan li mexdûrê lehiyê xistî ji bo wan hizûr e. Bi rêya rant û talanê tunekirina ekolojiyê ji bo wan hizûr e. Tunekirina hafizeya Kurdistanê ji bo wan hizûr e. Bi hezaran welatiyên me yên Çewligê di nava salên dawî de koç kirin. Her koçberiyê eleqeya xwe bi polîtîkayên şer ên AKP’ê re heye. Bi sala ye Çewligê birêve dibin. Yek ji cihên herî zêde av lê heye Çewlig e lê xelk nikare ava paqij peyda bike. Gelo ma hûn dê vê şaredarvaniya AKP’ê qebûl bikin?” 
 
'DÊ NEVIYÊN ŞÊX SEÎD NEDIN ŞERMÊ’ 
 
Uçar, got ku ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye û wiha pê de çû: “Şêx Seîd dema çûy ser ber sêdarê got; ‘min tiştekî ku neviyên min ji min şerm bikin nekiriye.’ Em jî dibêjin ku dê neviyên te, te nedin şermê.” Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û divê em xwedî li sindoq û dengê xwe derkevin. Gazî kesên ne li vir bikin ku bên dengê xwe bidin. Di van sedsalên dawî de me li ser vê xakê gelek zilm dît. Îktîdar dixwaze ku gelê me sed salênd in jî vê zilmê bikişîne. Heke şaredarî deriyê gel nebe, heke navnîşana çareseriyê nebe, heke ziman û baweriyên me tê de tune bin, wê demê ew şaredarî ya me nîne. Yên ku ziman, nasname û baweriya gelê kurd, baweriya elewîtiyê red dikin nikarin Çewligê birêve bibin.” 
 
‘GELÊ KURD MUXATABÊ XWE NÎŞAN DA’
 
Di berdewamê de Uçar anî ziman ku pirsgirêka sereke ya welêt pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû partiyên din ên siyasî di vê mijarê de neçareseriyê pêş dixin. Xwedîderketina gelê me nîşan da ku gelê kurd û dostên wan ji bo îradebûnê amade ne. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, mixabin dê hevalên me yên girtî neyên berdan. Navnîşana ku vê pergalê ji xwe re esas girtî, Îmrali ye. Divê em li dijî vê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Gelê kurd di 21’ê Adarê de nîşanî AKP’ê da bê ka muxatabê esasî yê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. 
 
Dê yekitiya gelê kurd bibe bersiva herî xurt a ji vê îktîdarê re. Dem dema serkeftina mezin e. Ji her niha ve Şaredariya Çewligê li me tevan pîroz be.” 
 
Di dema axaftina Uçar de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadi” hate berzkirin.