Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê

ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê xebata hilbijartinê veguherî meşê. Girse bi dirûşma “Rabe DEM hat” meşiya û banga çûna ser sindoqan û xwedîderketinê hate kirin.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê dê di 31’ê Adarê roja yekşemê de bi milyonan kes biçin ser sindoqan û raya xwe bikar bînîn. Bi nêzbûna hilbijartinê re partiyên siyasî jî lez dan xebatên xwe. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qileban a Şirnexê, tevî namzetên hevşaredariyê yên navçeyê li navenda navçeyê Ferîde Ender û Alî Urek li sûka navçeyê belavok belav kirin. Belavkirina belavokan, veguherî meşê. Gelek welatiyên tevî şandeyê bûn bi dirûşmên “Rabe DEM hat”, “Rayî namûs e namûs nayê firotin,” û “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. 
 
Di dema belavkirina belavokan û meşê de namzetan ji gel xwestin ku biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin. 
 
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN
 
Meş heta pêşiya buroya hilbijartinê ya navçeyê dom kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Abdullah Gun li vir axivî û wiha bang li gel kir: “Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û îradeya xwe diyar bikin. Banga me ji hilbijêrên li vir û yê ku li derve dijîn ew e ku bi me re têkilî deynin û dengên xwe bidin. Yek deng gelek tiştan diguherîne.”