Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin

ÇEWLIG - DEM Partî li Çewligê bi tevlibûna bi hezaran kesan mitînga hilbijartinê tê lidarxistin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada PTT’ê ya Çewligê mitînga hilbijartinê li dar dixe. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” tê berzkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar tevî bi sedan kesan ji avahiya DEM Partiyê ya Bajar heta qada mitîngê meş li dar xistin. 
 
Meşvan di rê de bi çepik û tililiyan hatin pêşwazîkirin. Dema Uçar û Hatîmogûllari gihiştin qada mitîngê jî coşa girseyê derket lûtkeyê. Li vê derê bi sedan kesên rûyên xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin û cilên kurdî li xwe kirin, qada mitîngê xemilandin. Eleqeyeke zêde ji bo hevserokên giştî hebû. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtin, namzeta hevşaredariyê ya Çewligê Çîçek Arîç projeyên xwe yên ji bo jinan vegot. Arîç, got: “Em ê bi ser kevin.” Namzetê din Aydin Burçun jî girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeteke rantxwir û talanker li ser şaredariyê heye ku bi sala ye hemû çakvaniyan pêşkeşî hinek derdoran dike.” 
 
Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku axivî. Hulaku, girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û wiha got: “Bila sonda me be ku em ê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi rakin.” 
 
Hulaku, destnîşan kir ku qadên wan ên mitîngê ne mîna yên partiyên din bi veguhestina hilbijêran tije dibin. Hulaku, wiha pê de çû: “Em li dora xwe dinêrin; li Xarpêt, Meletî, Erzirom û deverên din xelkê tînin vê derê. Bila ev kes baş li vê qadê binêrin. Bila li hêza gelê Çewligê binêrin û ji xwe şerm bikin. Ji ber vê yekê jî we tevan ji dil û can silav dikim.”
 
Hulaku, bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û got: “AKP’î li Çewligê bi kirmanckî diaxivin lê li Meclisê naaxivin. Dê gelê me li ser sindoqan bersiva vê bide. Her wiha teqawid nikarin debara xwe bikin. Nahêlin ciwan bijîn. Ciwanên me ji neçarî berê xwe didin Ewropayê.” 
 
Mitîng dê bi axaftinên Uçar û Hatîmogûllari bidome.