YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Lijneya Rêveber a YNK’ê Hasîbe Abdullah îdia kir ku PDK’ê di mijara Walîtiya Kerkûkê de bi Eniya Tirkmen re lihev kiriye û got: “PDK’ê gelê kurd mexdûr kir û nirxên neteweyî firot.” 
 
Li Iraqê piştî 10 salan di 18’ê kanûna 2023’yan de hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajar hatin lidarxistin. Bi ser hilbijartinê re 3 meh derbas bûn lê hêj jî partiyan di mijara Kerkûkê de lihev nekirine. Lewma walî hêj nehatiye diyarkirin. 
 
Lîsteya “Kerkûk hêz û îradeya me ya” ya bi pêşengtiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di hilbijartinê de bi 139 hezar dengan re bû partiya yekemîn û ji 16 kursiyan 5 jê bi dest xist. 
 
Koalîsyona Ereb di hilbijartinan de 3 kursî, Eniya Tirkmen 2, PDK’ê 2, Ereb Kaîde 2, Ereb-Urube 1 û kotaya xiristiyanan jî kursiyek bi dest xist. 
 
Di navbera YNK û PDK’ê de hevdîtin hatibûn destpêkirin lê piştî hevdîtina Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a di 28’ê çileyê de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, ev hevdîtin hatibûn sekinandin. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Berpirsa Lijneya Pêkhateyên YNK’ê Hesîbe Ebdula îdia kir ku di mijara Walîtiya Kerkûkê de PDK û Eniya Tirkmen li hev kirine. Hesîbe Ebdula diyar kir ku PDK li Herêma Kurdistanê pesnê xwe bi kurdayetiyê dide. Lê mûçeyên karmendan nade û li Kerkûkê jî nirxên neteweyî difiroşe.”
 
Hesîbe Ebdula her wiha destnîşan kir ku PDK li gel Eniya Tirkmen lihevkirine ku postê waliyê Kerkûkê bi dorveger be.