Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye

img
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Xîzanê axivî û wiha bertek nîşanî îktîdarê da: “Destên van li hewa, serê wan ser cilnimêjê û aqilê wan li ser heramiyan e.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li navçeya Xîzan a Bedlîsê de diaxive. Bakirhan û şandeya pê re li Tesîsên Civakî yên Buzlupinarê ji hêla girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Partiyî bi konvoyeke wesayîtan a dirêj derbasî bajarokê Tatikê bûn. Bakirhan, li vir gel silav kir û piştre derbasî Xîzanê bû. Bakirhan, li Xîzanê tev li hevdîtina bi gel re bû. Gelek kes tev li hevdîtinê bûn. Bakirhan, di axaftina xwe de got ku Xîzanê gelek alim gihandine û yek ji navendên ilmê bû. 
 
Bakirhan, diyar kir ku Xîzan yek ji navendên ku Seîd Nûrsî û gelek şexsiyetên navdar lê têkoşiyayî ye û da zanîn ku silav ji Hevşaredarê Xîzanê yê berê Îhsan Ugur re şand ku di hilbijartinên 2014’an de hate hilbijartin û piştre li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û girtin. 
 
BIJÎŞKÊN PISPOR TUNE NE LÊ CERDEVAN HENE! 
 
Bakirhan, anî ziman ku dema derbasî Xîzanê bûn, xwe di nava sînorên welaetekî din de hîs kiriye û wiha got: “Li Xîzana ku 50 hezar kes lê dijîn tenê 4 bijîşkên pispor hene. Lê belê gelek leşker û cerdevan hene. Ji bo bijîşk û bêkariyê çavkanî tune ne lê ji bo cerdevanan hene. Pêdiviya Tirkiyeyê bi top û tankan nîne. Çima nîne? Ji ber ku gelê kurd dixwaze li vî welatî bi ziman û çanda xwe bijî. Jiyaneke wekhev dixwaze. Bersiva bi tank û topan çi gihand Tirkiyeyê? Bû sedema têkçûna aboriya welêt. Lê heke ev pereyê didin top, tank û tifingan bidana teqawid û kesên kêmtirîn mûçeyê werdigirin, dê ev welat bêhtir dewlemend bûbûya.” 
 
‘MA XWIŞK-BIRATÎ WIHA YE?’
 
Bi domdarî Bakirhan bi bîr xist ku gelê kurd ji Şêx Seîd û Seyîd Rizayan heta roja me dixwaze bi zimanê xwe biaxive û bi gelên din re wekhev be û wiha pê de çû: “Ma ji bo vê çi hewcehî bi top û tankan heye? Erdogan qala şer û çekan dike. Herêmên kurd lê dijîn weke ‘terorîstan’ pênase dike. Li xaka kurdan tenê noqteyên lêgerînê û leşker hene. Lê bijîşk tune ne, tenduristî tune ye, perwerdeya bi zimanê dayikê tune ye. Ma xwişk-biratiya wiha dibe? Hûn çima febrîqeyeke li Kocaeliyê li Xîzanê ava nakin? Madem em bira ne, ciwanên kurd çima ji bo li ser înşaetê bixebitin ji malbatên xwe dûr dikevin? Heke em bira bin, wê demê hûn çima li Kurdistanê çiravên tiryakê ava dikin? Bila ciwanê kurd bibe tiryakkêş lê bila bi partî û gelê xwe re nebe. Derdê van tenê ew e ku em birçî bimînin, bi zimanê xwe neaxivîn û hevşaredarên xwe nehilbijêrin. Li ser xaka me dijminatî ne li ereban ne jî tirk û gelên din tê kirin. Em tevek xwişk-bira ne. Em gavek berê ji Bajaroka Tatikê hatin. Tabeleya bi kurdî hatiye rakirin. Yên ku tabelaya bi zimanê dayikê radike mirov nîne. Ew kes ne xwişk-birayên we ne. Yên zimanê we yê dayikê tune dihesibînin, xiyanetê li rabûrdiya kal û bapîrên xwe dikin. Li dijî vê siyaseta durû em ê di 31’ê Adarê de feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk bixin meriyetê. Di demeke ku em baş dixebitin û xizmetê ji gel re dikin de ew qeyûman tayîn dikin. Qeyûm ji ewil pêşiya şaredariyê bi dîwarên betonê digirin û piştre jî derî li gel digirin.” 
 
‘SERÊ WAN LI SER CILNIMÊJÊ Û AQILÊ WAN LI HERAMÎ YE’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku ji kîjan partiyê dibe bila bibe divê qeyûm neyên tayînkirin û wiha got: “Destê van li hewayî, serê wan li ser cilnimêjê û aqilê wan li heramî ye. Erdogan radibe li Stenbolê qala ‘Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî’ dike. Lê ew bi xwe li Xîzanê operasyon, zext, girtin û binçavkirinan dike. Ji ewil bi Xîzanê re aştiyê bike da ku xelk guh bide gotinên te. Ne Xîzanî ne jî gelê kurd guh nadin vê polîtîkaya durû.”
 
BAL KIŞAND SER BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ
 
Bakirhan, bangî kesên li ser ban û şaneşînên xwe hevdîtin temaşe dikirin jî klir û wiha got: “Dema em li Meclisê du peyvên bi kurdî diaxivin çi dikin? Mîkrofona me digirin. Gelo hûn dê çawa deng bidin partiyên ku li parlamentoyê zimanê we digirin û yên li dijî vê rewşê dengê xwe dernaxînin? Hûn dê çawa vê qebûl bikin?”
 
Bakirhan, bi gotinên Seîd Nûrsî axaftina xwe domand û wiha bi dawî kir: “Xîzan di nava toz, dû û heriyê de ye. Rêyên taxan bêserûber in. Dema zarokên me nexweş dikevin bijîşkên pispor nînin lê binêrin. Ji bo vê bûdçe tune ye lê ji bo operasyonan heye. Ji bo copê li serê kurdan bixin heye lê ji bo xizmetê tune ye. Dengekî we heye û wî dengî jî bidin kesên ji bo we têdikoşin. Heke hûn bixwazin ciwanên we bi dehan salan di girtîgehan de bimînin, herin bidin partiyên din. Di şaredariyên me de nelirêtî û dizî tune ye. Xizmet heye. Ev 25 sal in em şaredarvaniyê dikin. Gelo we carekê bihîstiye ku yekî gotî; ‘şaredarê kurd dizî kiriye?’ Lê li qeyûman û AKP’iyan binêrin, dawiya diziyên wan nîne. Me ji bo we namzetên pir hêja anîn û wan emanetî we dikim.” 
 
Bakirhan û şandeya pê re ji bo tev li hevdîtina bi gel re ya Tetwanê bibin bi rê ketin.