Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin

img
SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên li Sêrtê didomîne. Bakirhan, wiha got: “Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin, li Weysel Qeranî jî duayan dikin. Li dijî her hilbijêreke heram, divê em du hilbijêrên helal bînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xana Hawêlê ya Sêrtê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Bakirhan, bertek nîşanî gotinên namzeta CHP’ê ya Afyonê Burcu Koksal da û got: “Ji serê sibehê heta êvarê qala DEM Partiyê dikin. Heta li cihê namzetên me lê tune ne jî li dijî partiya me siyasetê dikin. Wisa xuya dike ku em di rêyeke rast de ne. Divê em bersivekê bidin van kesên heqaretê li nirx û zimanê me dikin.” 
 
'GEL DÊ ERDOGAN BIŞÎNE’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Heke em vê hilbijartinê winda bikin dê Rojava winda bike. Dê welatparêz li Dihok û Silêmaniyeyê bên qetilkirin. Heke em bi ser kevin dê kurdên tune tên hesibandin bi ser kevin. Em ê piştgiriyeke xurt bidin hevalên xwe yên girtî. Dê wan azad bikin. Ev hilbijartin ne tenê ya Weysel Qeranî, ya kurdên sirgunkirî, ciwanên neçarî arasteyî tiryakê hatine kirin, hilbijartina jin, kedkar û karkeran e.” 
 
Bakirhan, gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Hilbijartina min a dawî ye” bi bîr xist û wiha domand: “Piştrast bin ku ev heta dawiya emrê xwe dê li ser wan qoltixên xwe bin. Lê wan tiştek ji bîr kiriye; ew bi xwe naçin dê gel wan bişîne. Hewcehî bi vegotina şaredarvaniya AKP’ê nîne; bi ya qeyûm re heman e. Nelirêtî ye, bêusûltî ye... Tu milkên aydê şaredariyê neman. Tevek dizîn û talan kirin. Ya ku tê dizîn keda we ya xizmetê ye. Lewma jî divê hûn bersivekî bidin kesên top û tangan li ser serê we kom dikin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ HILBIJÊRÊN GEROK DA
 
Bakirhan, got; “Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin, îcar tên li Weysel Qeranî duayan dikin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev heramxwariyê dikin. Ji Tokatê, ji Edîrneyê polîs û leşker veguhestine Weysel Qeranî. Dê dengan bi wan bidin avêtin û îradeya xelkê vê derê tune bihesibînin. Ji kerama xwe bi şev û roj bixebitin û li dijî her hilbijêreke heram, du hilbijêrên helal bînin. Hevşaredarê herî ciwan ê Tirkiyeyê li Weysel Qeranî ye. Heke Berfîn bi ser keve, dê hemû cîhan şaredara herî ciwan nas bike. Namzeta me emanetî we ye.” 
 
QEYÛM BI BÎR XIST
 
Bakirhan û şandeya pê re piştre jî çûn ziyareta Gora Weysel Qeranî. Bakirhan piştre jî derbasî navçeya Xana Hawêlê bû. Bakirhan û şandeya pê re ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan,  li vir xîtabî gel kir û wiha got: “Qeyûm, xespkirina heq e, diziya îradeyê ye. Tu kesên ji xwe re dibêjin ‘ez misilman im, ez demokrat im’ vê zîhniyetê qebûl nake. Xelkê Xana Hawêlê dê bi ciwan, mele û her ferdên xwe dê bi şev û roj bixebite lê dê li qeyûm li îradeya wan were tayînkirin. Xelkê me vê qebûl nake. Navê vê demokrasî nîne.” 
 
Bakirhan, got; “Li Trabzo û Trakyayê qeyûman tayîn nakin” û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku hûn kurd in lewma wisa dikin. Ev pergal dijminê kurdan e, dijminê zimanê kurdî ye. Navê Apê Mûsa ji parkan radike. Pirtûkxaneyên bi navê Celadet Elî Bedirxan a li Sêrtê rûxandin. Tabelayên bi kurdî rakirin.” 
 
Bakirhan piştre jî derbasî navçeya Xîzan a Bedlîsê bû.