Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye

MÛŞ - Welatiyên Mûşê diyar kirin ku li bajêr tu feydeya şaredariyê negihaye wan û destnîşan kirin ku ew alîgirê guhertinê ne. Mûşiyan got: “Em dixwazin ji zîhniyeta AKP’ê xelas bibin. Rêya xelasiyê DEM Partî ye."
 
Ji hilbijartinên herêmî re bist roj man. Ji bajarên ku encama wan tê meraqkirin yek jê jî Mûş e. Şaredariya ku bi salan e di bin rêveberiya MHP û AKP'ê de ye, li şûna xizmetguzariyê bi rantxurî û nelirêtiyê dibe rojev. Welatiyên ku me li kolanên bajêr bi wan re xeber da gotin em ê dengê xwe bidin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) û êdî rê nadin ku ev zîhniyet bajêr bi rê ve bibe.
 
‘HER DER ÇOP E'
 
Fazil Şen anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û got ku di encama polîtîkayên desthilatdariya heyî û alîgirên wê de welat roj bi roj ber bi çolbûnê ve diçe. Şen got: “Pergala perwerdeyê û aborî têk çûye. Her çend ez ji zanîngehê mezûn im jî, ez nikarim karekî bibînim û cihên ku em serî lê didin xebatkarên xwedî ezmûn dixwazin. Mirov bêyî ku bixebite çawa ezmûnê distîne? Aborî êdî îflas e, li welat kesek jî nikare debara xwe bike. Ji ber vê yekê em ê dengê xwe bidin guhertinê, ango DEM PArtî. Li her derê çop heye, çop li hewayê difirin, erdên çandiniyê zirarê dibînin, heywan jî ji ber çopên ku diavêjin gundan zirarê dibînin û dimirin. Em dixwazin ji zîhniyeta AKP'ê xelas bibin. Rêya xelasioyê DEM Partî ye." 
 
Dikandar Mehdî Mûtlû anî ziman ku şaredariya di bin rêveberiya AKP'ê de heta niha tevkarî nedaye gel. Mûtlû wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku dê xebata DEM Partiyê bi hêz be. Ger guhertinek çêbibe, ev tenê bi DEM Partiyê dikare pêkan e, lewma ez ê dengê xwe bidim partiyê. Ji bo ku ev qeyrana aborî, zilm û zordarî ber bi başiyê ve biçe, pêwîst e her kes piştgiriyê bide partiyê. Ji bo ev zilm û ev krîz bi dawî bibe bila gel dengê xwe bide partiya xwe."
 
‘ME TU FÊDEYA ŞAREDARIYÊ NEDÎTIYE'
 
Ji dikandaran Erkan Çaglar jî diyar kir ku şaredarî tevkariyê nade bajêr û got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber ku feraseta AKP'ê ya şaredariyê ne rêbazeke rast e. Ez ê ne tenê ji bo şaredariyê dengê xwe bidim DEM Partiyê, ji bo zimanê xwe yê zikmakî û azadiya xwe dengê xwe bidim DEM Partiyê. Li erdnîgariya Kurdistanê qeyûm tên tayînkirin, cihên ku qeyûm lê neyên tayînkirin jî, ew der ji aliyê APK'ê ve bi sixtekarî hatine desteserkirin. Me heta niha nedîtiye ku li van şaredariyan xebatek hatibe kirin, kevir li ser kevir namîne. Em ê ji bo azadiya xwe û zimanê xwe dengê xwe bidin DEM Partiyê. Zimanê me li her derê sînordar dikin, lê dema ku li gorî berjewendiyên xwe be, zimanê me wekî navgîna propagandayê bi kar tînin. Divê gelê kurd vê yekê qebûl neke û ji ber vê jî divê di 31’ê Adarê de ji bo zimanê xwe biçe ser sindoqan. Şaredarî ji tevkariya bêtir zirarê dide dikandaran. Me ev qas sal tu feydeyeke şaredariyê nedîtiye." 
 
Ramazan Karadag, anî ziman ku ji ber kurdbûna xwe dê dengê xwe bide DEM Partiyê û got: “Partiya me DEM Partî ye. Li dijî van zilm û zordariyan em ê li cem DEM Partiyê bin. Şaredariyên ku gelê kurd bi salan bi dest xistine, tên desteserkirin. Van qeyûm û şaredariyên AKP'ê ji bilî talan û îstîsmarê siyasetek din pêş nexistin. Ji bilî dizî, gendelî û firotina mal û milkên şaredariyê pê ve tiştek nekirine. Xizmeta ji bo gel nîn e, lê dizî heye. Zihniyeta AKP’ê jixwe ji bo me zîhniyeta qeyûm e, lewma em ê li teref partiya xwe bin."
 
Welatiya bi navê Hemîde Kasirgayê jî anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin kurdan, yanî DEM Partiyê. Kasirgayê da zanîn ku divê gelê kurd dengê xwe bide partiya xwe û got ku şaredariyên heyî tu xizmetê nakin û pêwîstiya bajêr bi xizmetê heye.
 
MA / Rûken Polat